Neteweyên Yekbûyî xwest çalakvan Zerîfe Yaqûbî were berdan

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî daxwaz kir ku çalakvana Afganî Zerîfe Yaqûbî û kesên ku ligel wê hatine girtin bên berdan û diyar kir ku bêdengkirina jinan bandorê li tevahiya civakê dike.

Navenda Nûçeyan - Talîbanê her cure kombûn qedexe kiriye, kombûna jinan û qedexeyên tund li ser jinan ferz kiriye.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di twîteke xwe de li ser tora dijîtal a Twitterê daxwaza azadkirina çalakvana mafên mirovan Zerîfe Yaqûbî kir ku berî du hefteyan ji aliyê Talîbanê ve hatibû girtin.

Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî di twîta xwe de got ku bêdengkirina jinan û astengkirina karê wan ne tenê bandorê li ser wan dike, li ser tevahiya civakê dike û wiha got: “Hemû Afganî xwedî mafê azadiya îfade û ramanê ne.”    

Piştî girtina Zerîfe Yeqûbî û 4 çalakvanên sivîl Tevgera Jinên Efganistanê di konferansek rojnamevanî de ji bo ragihandina tevgerê, Talîban hejmarek ji çalakvanên mafên mirovan girtin, ji wan Ferhat Bubalzî û vê dawiyê Parvîn Sedat û berê jî girtin. Beriya niha Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dilgiraniya xwe der barê rewşa wan çalakvanan de nîşan dabû û daxwaza berdana wan kiribû.