Neteweyên Yekbûyî: Talîban sînorkirina mafên jinan berdewam dike
Neteweyên Yekbûyî bang li Talîbanê kir ku dîrokek zelal ji bo vekirina dibistanên navîn ji bo zarokên keç diyar bike û qedexeyên li ser azadiya tevgerê bi dawî bike.
Navenda Nûçeyan – Bi banga Talîbanê ya ku bang li jinan kir ji malê dernekevin derve, Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku ji ber binpêkirina mafên wan ên bingehîn ji aliyê tevgera Talîbanê ve, pêşeroja jinên Afgan dê reştir bibe ger tiştek zû neyê guhertin.
Li gorî daxuyaniya Talîbanê, di bin her şert û mercî de mafê jinan ê derketina ji malê nîne û divê tenê zarokan xwedî bike û karê malê bike.
Di gotûbêjeke lezgîn de li Encûmena Mafên Mirovan li Cinêvê li ser rewşa jinan li Afxanistanê, Komîsera Bilind a Mafên Mirov Michelle Bachelet kêmbûna bilez a mafên jinan li Afganistanê di mehên dawî de şermezar kir.
Michelle Bachelet ku serdana Afxanistanê kir, Talîban teşwîq kir ku xwe bigihîjîne welatên ku piraniya wan misilman in ku ezmûna wan heye di pêşxistina mafên jinan de ku di qanûnên navneteweyî de hatine destnîşankirin.