Nesrîn Nas: Tenê çareseriyek heye ew jî têkoşîna hevpar e
Siyasetvan Nesrîn Nas a ku pêvajoya li Tirkiyeyê ku heta girtina Şaredarê Stenbolê çû nirxand, got ku “Ev tablo ji me hemûyan re dibêje ku ji têkoşîna hevpar û nîşandana sekna li hember niheqî û bêhiqûqiyan pêştir çareya me tuneye.”

SERPİL SAVUMLU
Navenda Nûçeyan – Pêvajoya ku bi betalkirina dîplomeya Ekrem Îmamoglu destpê kir, bi çalakiyên piştî girtina wî re bi lez û bez bipêş ket. Kuçe û kolan, ji binçavkirin û girtina Şaredarê Stenbolê wêdetir bûn qadên ku pirsgirêkên di rojeva welêt de lê tên protestokirin.
Tê gotin ku li Tirkiyeyê pêvajoyên gav bi gav ber bi otorîteyan ve diçin, tên pratîkkirin. Tê diyarkirin ku bi rastî ji sala 2013’an vir ve bi taybetî jî di sala 2018’an de bi aşkerakirina rejîma serokatiyê re, rêyên ‘rejîma yek mirov’ hatine avakirin. AKP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de Stenbol ji dest da, ev bû derbek mezin ji bo wê. Ev têkçûn di nav demê de veguherî pevçûnek siyasî ya gur jî. Ekrem Îmamoglu wek fîgurek siyasî mezin bû, her wiha hinek hevgirtinên ku di hilbijartinan de çêbûn, bûn sedema pevçûna tund a îro diqewime jî. Bikaranîna mekanîzmayên demokratîk ku mîna yek ji pêşketinên herî girîng ên dîroka welêt tên dîtin, pirsên girîng ên têkildarî hiqûq û edaletê jî tîne rojevê. Ev tablo nîşan dide ku li Tirkiyeyê ‘pevçûna’ siyasî kûr bûye. Guhertinek ku çêbe û veguherîna dînamîka ku daketiye meydanê, tê meraqkirin.
Em bi ekonomîst û Siyasetvan Nesrîn Nas re li ser rojeva Tirkiyeyê axivîn.
Gav bi gav pêvajo
Nesrîn Nas diyar kir ku Tirkiye ji sala 2013’an ve ye di nav rojevek awarte de dijî. Nesrîn destnîşan kir ku ev rewş piştî rejîma serokatiyê ya sala 2018’an lezgîn bûye. Nesrîn da zanîn ku desthilatiyê hêza xwe di nav pêşbîniyê de berfireh kiriye, ew jî mîna aborînasek her tim dibêjin ku tu tedbîrek ku hatiye girtin nikare çareser bike. Nesrîn got ku her tim anîne ziman ku sala 2025’an dê bibe salek gelek dijwar. Nesrîn Nas destnîşan kir ku bi rastî divê mirov bi awayê gav bi gav li pêvajoyê binhêre û wiha dom kir: “Kesê ku dê bibe desthilatî, îdîa dike ku welêt ji rûxandinek, ji felaketek mezin rizgar kiriye. Dibêje ezê welat bikim welatê ku di dinyayê de herî zêde hurmet dibîne û pîrozkirinek wiha ku di navenda wê de rêberek heye, destpê dike. Ne ku di nav vêya de hinek tiştên çandî jî bîne ziman, yanê mîna bawerî û nasnameyên mirovan… Niha, piştî demeke ev kesê hatiye bijartin destpêkê partiya xwe têk dibe. Partiya xwe bêkêr dike, vedguherîne amûrek ku tenê raya xwe dide wî. Tiştê ku em dijîn jî, ev e.”
‘Rayeya bêsînor berpirsyariya qet’
Nesrîn Nas, da zanîn ku pêvajo bi bêdestûrkirinek berdewam dike û hemû sazî hatine bêbandorkirin. Nesrîn wiha got: “Di şûna kadroyên şareza de kadroyên dilsoz bicîh dibin. Kadroyên ne şareza her derê dagir dikin. Piştre gelek xerckirinên di nav butçeyê de, derdixin derveyê butçeyê û kontrolkirina butçeyê ji holê radikin. Bi vî awayî ger ku parlamento hebe (li hinek welatan tuneye), Parlamento bi tevahî tê bêbandorkirin. Hemû kesên ku hevkariya wan nekin tên bêrûmetkirin. Akademî, saziyên cemaweriyê, dinyaya kar, sendîka, baro, saziyên civakî yên sivîl, odeya bijîşkan jî wek xayîn tên îlankirin. Li derveyê pergalê tên hiştin.”
Nesrîn diyar kir ku di qonaxên wiha de heta ji destên wan tê dubendiyê dikin nav civakê. Nesrîn Nas anî ziman ku nêrînên muxalif jî mîna ku têkiliya wan bi terorê re heye nîşan didin. Nesrîn Nas, da zanîn ku hemû sazî biryarên li Tirkiyeyê diguherin û wiha got: “Di sala 2018’an de rejîma serokatiyê pêk hat. Bi rêya binpêkirina Destûrê, raye di destê kesek tenê de hatin komkirin. Hikûmetek ku ji yek kesî pêk tê, ava kirin û jê re gotin pergala hikûmeta serokomariyê. Rayeya bêsînor, bêberpirsyarî. Li ti deverek dinyayê pergalek serokatiyê ya bi vî rengî tuneye. Di hilbijartinên sala 2019’an de ji nav çar kaxezên di zerfê de 3 heb derbasdar yek jî bi hîle hatin qebûlkirin. Bi viya re hilbijartinê dan dubarekirin. Li gor biryarên DMME’yê hatin binpêkirin. Demîrtaş û Kavala nehatin berdan. Piştre di sala 2023’yan de bi biryara Can Atalay re Dadgeha Destûrê bi awayek aşkera hat çewsandin, bi awayê ne fermî ji holê hat rakirin û em hatin van rojan.”
‘Azadiyên we di nav du lêvên min de ne’
Nesrîn Nas got ku mafê dîplomeyê ku 30 sal berê hatiye dayîn, ji destê Ekrem Îmamoglu hatiye stendin û wiha pê de çû: “Ev ji we re dibêje ‘dem derbas be jî qebûl nakim’, dibêje ‘ez li dîplomeyê jî nanhêrim’, dibêje ‘li mafên hatine bidestxistin jî nanhêrim’, yanê dibêje ‘ez çi bixwazim tu dê bibî ew’. Serê sibê jî Ekrem Îmamoglu hat binçavkirin. Ger hûn li lêpirsînên ku li hember Îmamoglu hatine destpêkirin binhêrin, hûn dê bawer nekin. Doza ‘ehmaq’ ku herkes dibêje ev çi ye, hat vekirin. Niha jî nelirêtiyek mezin tê avakirin. Gava ku vê nelirêtiyê ava dikin, bi rastî tiştên ku nikarin ji heq bên der, xwaringehên bajêr, kreş, malên ji bo xwendekaran in. Yanê şarevaniya civakî ya ku bi Îmamoglu re hatiye kirin. Îmamoglu wek namzetek dengê xwe bi hemû Tirkiyeyê da guhdarîkirin û erêkirin. Civakê ew hembêz kir. Ev hemû tişt bûn sedem ku mixabin Îmamoglu bibe hedefa wan.”
Nesrîn Nas got ku “Ev kiryarên li Îmamoglu’ tên kirin bi rastî ji me re dibêjin tu mafê tu yek ji we tuneye, maf û azadiyên we yên bingehîn, ancax gava ez bêjim dikarin bên dayîn, ji mafê jiyana we bigre heta mafê milkên we hemû azadiyên we her tişt di nav du lêvên min de ne. Rewş ev e. Bi rastî surprîzek tuneye li holê.”
‘Spartekên yek alî didin’
Nesrîn Nas li ser gotinên têkildarî aştiyê yên li Tirkiyeyê jî rawestiya û fikarên xwe yên derbarê desthilatiyê de bi van gotinan anî ziman: “Destpêkê gava ku Bahçelî têkildarî PKK’ê û Abdullah Ocalan got ‘Bila Ocalan were Meclîsê biaxive’, min got ku her tişt bi awayek pir dijwar diguherin. Min destnîşan kir ku Tirkiye di otorîterbûnek tam de gavek pêş de davêje û ev jî nîşaneya vê yekê ye. Min gotibû ku lewma jî ev pêvajo mixabin dê ji me re aştiyê neyne, berovajî wê ewê bibe destpêka rejîmek otorîtera tam. Dibînim ku ez şaş nebûme. Xwezî xelet bûma. Em nikarin ji vêya re bêjin pêvajo jî. Jixwe dibêjin ‘pirsgirêka Kurd tuneye’, vê yekê red dikin. Dibêjin ‘ev pêvajoyek aştiyê nîne’. Dibêjin ‘tenê bi gotina me bikin, dest nedin tiştek din’. Sparteka yek alî didin. Çîrokek xwişk û biratiyê vedibêjin. Lê çîrokek çawa? Mîna ku Ekrem Îmamoglu li Amedê destnîşan kir, dixwazin çîrokek biratiyê ya ku nêrîna ‘ez birayê mezin im tu yê biçûkî. Ez çi bêjim tu dê wî bikî. Tu neçar î bi gotina min bikî. Tu neçar î bi gotina min bikî’ serdest e, ava bikin. Bi vê yekê re ger em vê operasyona li hember Îmamoglu hatiye kirin bigrin ber çav, bi rastî êdî Tirkiyeyê ji niha û pê de dawî li hilbijartinên serbest aniye. Yanê berê em bûn bêdestûr, niha jî em dibin bêhilbijartin. Yanê ya rasttir, ewê hilbijartinek ku tenê Erdogan ji sindoqê derkeve, bê dîzaynkirin.”
‘Ji têkoşîna hevpar pêştir çare tuneye’
Nesrîn Nas diyar kir ku dîzayna Tirkiyeke ku her kes tê de bi tirs dijî, piraniya civakê birçî ye, welêt her kêliyek ber bi pevçûnan ve diçe, dikin. Nesrîn Nas, di berdewama gotinên xwe de li ser çareseriyê jî rawestiya. Nesrîn balkişand ser girîngiya têkoşîna hevpar û got ku ev tablo, têkoşîna hevpar ferz dike. Nesrîn Nas wiha got: “Ev tablo bi rastî ji me hemûyan re dibêje ku ji têkoşîna hevpar û nîşandana sekna li hember niheqî û bêhiqûqiyan pêştir çareya me tuneye. Desthilatî di her rejîme de heye û rejîmên ku bi rêya muxalefet û hilbijartinê diguherin, tenê demokrasî nin. Ger ku Tirkiye ji nû ve nekeve nav pêvajoyek demokratîk, mixabin dê gelek êş bên kişandin û encama vê yekê ji bo me tu kesan baş nebe. Niha piştî binçavkirina Îmamoglu mirov li hema bêje her derê Tirkiyê daketin kolanan. Ev ne tenê ji ber sedema Îmamoglu ye, ji ber ku vê yekê dîtin, fêm kirin ku ewê pêşeroja wan û zarokên wan bê desteserkirin, daketin kolanan. Bûye mebesta tengasiyên ku kişandine û êdî dibêjin ‘bes e’, lewma daketine meydanê.”
Banga xwedîderketina li mafên xwe
Nesrîn Nas, li ser girîngiya çalakiyên ku îro peşkiniye her bajarî rawestiya û wiha got: “Ji bo me tenê çareyek heye. Em hemû bi hev re serî rakin, mafên xwe yên Destûrî heta dawî biparêzin. Çareseriyek din ji bo me tuneye. Yek ji rêyên berxwedanê yên herî girîng; em heta dawî li mafên xwe xwedî derkevin û vê yekê her tim vê yekê bînin bîra hevdû. Em bêjin ev mafê de ye. Bila mirov mafên xwe yên demokratîk heta dawî bikar bînin.”