‘Neşopandin tundî û tacîza li kolanan zêde dike’

Aktîvîsta Mafê Jinan Mahosh Khanî diyar kir ku neşopandin dihêle ku li dijî jinan tundî û tacîz li kolanan zêde bibe û wiha got: “Divê Jin rûxmê hemû zehmetiyan li dijî tacîz û tundiyê bêdeng nemînin.”

JÎNO DİREXŞAN

Sine – Ji ber newekheviya zayendî ya li gelek welatan jin li malê, cihê kar, dibistanê û nexweşxaneyan, bi kurtasî di hemû qadên jiyanê de rastî tacîz û tundiyê tên. Yek ji cîhên ku jin rastî tundî û tacîzê tên kolan in. Aktîvîsta mafê Jinan Mahosh Khanî a ku li Sine dijî diyar kir ku ji ber jin li kolanan rastî tundiyê tên bê baweriya li hember civakê zêde bûye.

Mahosh Khanî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo ku jin têkevin bin zextê tundiya li kolanan wek hincet tê nîşandan û wiha got: “Civak alîkarî nade ku jin çawa ji krîzê derkevin berovajî wê tirs û panîkê fêr dike.” Mahosh Khanî anî ziman ku sûcên mêran ên li dijî jinan pêk tînin ji ber nêrîna mêrsalarî tên paşguhkirin û berovajî vê jî jinên mexdûr tên sûcdarkirin.

‘Jinên ku piştgirî nabînin bêdeng dimînin’

Mahosh Khanî di berdevamiya axaftina xwe de got ku ji bo pêşî li tundiyê were girtin pêdîvî bi reforma perwerdeyê heye û diyar ku  ji ber ew ji jinek e li kolanan rastî tazîcê hatiye.  Mahosh Khanî tacîzên ku li kolanan tên kirin bi çend mînakan wiha anî ser ziman: “Dema jin rastî tundiyê tên ji dadgehkirin û demxe kirinê ditirsin. Ji bo ku difikirê piştgirî nagre ditirse dengê xwe derxîne. Jin li kolanan ji aliyê mêran ve bi lêdana qorneyan, pêxistin û vemirandina lampayên otomobîlan tên tacîzkirin. Yan jî dema ku li rawestgeha otobusê li bendê ne, bi wesayitên li pêş wan disekinin û tên tacîzkirin. Her wiha jin di veguheztina giştî de rastî tacîzên devkî an fizîkî tên. Ev hemû mînakên tacîzên li kolanan in.”

‘Neşopandin tacîz û tundiyê normal dike’

Mahosh Khanî bal kişand ser wê yekê ku bêdeng bûna li hember tacîza zayenî û tundiya li kolanan dê nehêle destdirêjî û tacîz asteng bibe û wiha got: “Li gorî madeya 619’an a yasaya cezayê îslamî, tacîza li dijî jinan wek sûc tê dîtin. Lê ji ber ku di Qanûna Cezayê de tacîz û destdirêjî wek sûcekî cuda nayê pênasekirin, îspatkirina vî sûcî pir zehmet e.” Mahosh Khanî diyar kir ku neşopandin tacîz û tundiyê “normal” dike û wiha got: “Lê tevî hemû zehmetiyan jî divê jin bêdeng nemînin û li dijî tundî û çewsandina li kolanan derkevin.

Dema diçe kar rastî tacîzê tê

Sahar M. a ku di buroyekê de sekreteriyê dike, anî ziman ku dema diçe kar her roj rastî tacîzê tê û wiha got: “Tu çi li xwe bikî, ferq nake! Ez çi li xwe bikim jî tacizên kolanan nasekine.  Yek ji wan rewşên herî aciz dibim ewe dema otomobîl disekinin û qorneyên xwe lêdixin. Ez tercîh dikim ku bêdeng bimînim û vê rewşê ji nedîtî ve bibînim.