Nergis Muhemedî ji ber pirsgirêkên giran ên dil rakirin nexweşxaneyê

Çalakvana mafên mirovan Nergis Muhemedî ku bi mehan e girtiye; ji ber nexweşiya dil rakirin nexweşxaneyê. Hat ragihandin ku bi Nergis Muhemedî bi hefteyan e di hucreya yek kesî de ye.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana mafên mirovan a Îranê û berdevka Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan Nergis Muhemedî ji ber pirsgirêkên giran ên dil rakirin nexweşxaneyê. Li gorî nûçeyan, hevjînê çalakvana mafên mirovan Nergis Muhemedê Teqî Rehmanî, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihandiye ku Nergis Muhemedî ji ber ji pirsgirêkên dil êşê dikşînin rakirin nexweşxaneyê.
Teqî Rehmanî wiha got: "Roja Çarşemê, Nergis Muhemedî tûşî pirsgirêkek giran a dil û bêhnê bûye û roja Pêncşemê jî du caran ji nexweşxaneyê re hat rêkirin û di encama teşhîsa bizîşkan de diyar bûye ku damarên wê ji sedî 75 girtîne."
Bi hefteyan e di hucreya yek kesî de ye
Hat ragihandin ku Nergis Muhemedî di 16'ê Mijdarê de li bajarê Kerecê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatiye girtin û di hefteyên dawî de ji hucreya yek kesî ya li Enberê bo girtîgeha Qerçekê ya Waremînê hatiye veguhestin.
Kampanyaya dîjîtal a bi navê "Bibe engê Nergis" dest pê kir piştî ku dadgeha Îranê di 23’ê Çileyê de, di dadgeheke ku tenê 5 kêliyan berdewam kir de, biryar da ku çalakvana mafên mirovan Nergis Muhemedî 8 salan zindan bike digel 70 qamçî piştî du mehan ji lêpirsîn û girtina di hucreya yek kesî de li wezareta Îstixbaratê.