Nergîs Muhamedî: Îranê dixwaze tola serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ji jinan hilîne

Girtiya siyasî ya xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nergîs Mihemedî, ragihand ku rejîma Îranê dixwaze bi darvekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî bi jinên azadîxwaz gav şûnde bavêjin.

Navenda Nûçeyan- Girtiya siyasî û xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023’yan Nergîs Muhamedî, bi rêya vîdyoyî tevlî civîna Komîteya Mafên Jinan a Encûmena Pîran a Fransa û Parlementerên Fransayê bû.

Nergîs Muhamedî di peyama xwe ya vîdyoyî de eşkere kir ku li girtîgehên Îranê darvekirinên girtiyan zêde bûne û her roj ciwanên Îranê li girtîgehan tên darvekirin.

Nergîs Muhamedî da zanîn ku rewşa jinên girtî yên siyasî gelek xirabe û rejîma Îranê hewl dide tola serhildana ‘Jin, Jiyan Azadî’ ji jinan hilîne.

Her wiha diyarkir ku rejîma Îranê dixwaze bi darvekirina Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî jinên azadîxwaz neçarî gav bi şûnde avêtinê bike.

Di dawiyê de jî Nergîs Muhamedî daxwaz ji Fransayê kir ku yekem mercê sereke yê her giftûgoyek li gel Îranê de ragirtina cezayên darvekirinê be.