Nergîs Mihemedî: Rejîma Îranê nirxên mirovahiyê berovajî kiriye

Çalakvana Îranî ya girtî Nergîs Mihemedî bi peyamekê teqez kir ku rejîma Îranê nirxên mirovahiyê berovajî kiriye.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana Îranî ya girtî Nergîs Mihemedî li ser rûpela xwe ya tora dijîtal  Instagramê peyamek der barê zext û zordariya li ser jinan li Îranê da û teqez kir ku rejîma Îranê nirxên mirovahiyê berovajî kiriye.

Nergîs Mihemedî di peyama xwe de da zanîn ku li girtîgehê gelek tişt qedexe ne û wiha got: "Ji ber ku em jin in, xiyar, mûz û gêzerê li girtiyên jin qedexe dikin. Azadî, wekhevî û zindîbûn di nav mafên me yên jinan de ye her çend bedêla wê zindan û mirin be jî. Ez Nergîs Mihemedî wek jin û dayikekê, biryara ferzikirina hîcabê red dikim."