“Nahêlin em zarokatiya xwe bijîn”

Dayikên zarokên ku ji ber êrîşan birîndar bûne, êrîşên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin û gotin: "Divê zarok bi rehetî zarokatiya xwe bijiîn dûrî êrîş û şeran bin. Ev ne yekem car e ku Erdogan zarokan ji xwe re dike hedef.”

Şehba- Dewleta tirk a dagirker bi riya balafira xwe ya keşifê bajaroka Til Rifet ê kantona Şehbayê hedef girt. Di encama vê êrîşê de 9 sivîlên ku koçberên Efrînê bûn di nav de 5 zarokên bê guneh birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ji bo tedawîkirina wan. Zarokê bi navê Mehmûd Xerîb Memo yê 6 salî ji ber birîna wî girantir bû ew rakirin nexweşxaneya bajarê Helebê û heya niha rewşa wî xeter e û ne diyar e. Der barê êrîşên ku pêk hatine de dayikan û zarokên ku birîndar bûne nêrînên xwe bi ajansa me re anîn ziman.

“Gunehê zarokan çi ye?”

Dayika zaroka birîndar Êvlîn Heyder, Meriyem Mûsa êrîşan şermezar kir û got: "Em ji mal û milkên xwe koçber bûn û ji ber destên dewleta tirk reviyan tenê ji bo parastina zarokên xwe. Dewleta tirk bi riya balafirên xwe bi hinceta ku êrîşî cihên leşkerî dike, her roj êrîş dike lê li ser rûyê erdê sivîlan dike armanc û êrîşên duh mînaka vê yekê ye. Gunehê van zarokan çi ye  ku di zaroktiya xwe de birîndar û şehîd bibin. Xwedê em Kurd dan û em ê bi vê nasnameyê heya mirinê bijîn. Banga me ji civaka navdewletî re ew e ku li hemberî êrîş û balafirên dewleta tirk bibin bend. Erdogan Efrîn dagir kir rehet nebû dixwaze careke din me koçber bike. Em Efrîna xwe dixwazin.”

Ez dixwazim zaroktiya xwe bi rehetî bijîm""

Êvlîn Heyder a 13 salî ku di encama êrîşan de duh birîndar bû, wiha behsa bûyera ku qewimî kir: "Duh ez û hevalê xwe li dikanê bûn piştî ku em vegeriyan malê me dît obîs li pêşiya me ket û piştre min nedît ez çawa bûm. Piştî ku ez hatim ser hişê xwe min dît serê min birîndar bûye. Xelkê ez birim nexweşxaneyê û kêl li serê min dan. Em zarokên mafê me heye di zaroktiya xwe de em bi rehetî bijîn. Em ji ber êrîşên dewleta tirk her roj bi tirs dijîn.”

"Ev ne cara yekem e zarokan hedef digire"

Dayika Hisên Qasêm ê ku birîndar bûye, Dunye Hisên Osman helwestên xwe wiha anî ziman: "Kurê min ji lingê xwe birîndar bûye. Zarokên me ji xwe re dilîstin dema ku balafirê êrîş kir. Beriya çend salan dîsa êrîşê kolana ku zarok tê de dilîstin kirin, di encamê de gelek zarok hem birîndar bûn hem jî şehîd bûn. Dîsa beriya çend rojan êrîş kirin û keça cîrana me şehîd bû. Em ji Til Rifetê dernakevin heya Efrîn were rizgarkirin û em vegerin. Erdogan çi dike bila bike, ev ne cara yekem e ku zarokan hedef digire. Em mafê xwe yê jiyanî dixwazim û mafê xarokên.”

"Mixabin kes ji bo mafên zarokên Efrînê dengê xwe dernaxe "

Rojîn Osman jî êrîşên ku zarokên bê guneh hedef digrin şermezar kir û wiha got: "Ez ji bo van zarokan peyama xwe ji cîhanê re dişînim ku Erdogan her car zarokên me hedef digire li pêşiya çavên hemû dinyayê mixabin tu kes jî dengê xwe nakin. Di sala 2019'an de dîsa zarokên me kirin armanc û çend ji wan şehîd bûn. Keça xwîşka min jî birîndar bû. Em dixwazin dewletên navneteweyî li dijî van kiryaran rawestin û xwedî helwest bin.”