Ne bîlançoya kuştina jinan belav dikin, ne jî dihêlin nûçeyên kuştinê bên çêkirin

Her ku diçe bûyerên kuştin û xwekuştinê zêde dibin, bîlançoyên tê ragihandin rastiyê nîşan nade, li gel vê jî Wezîrareta Rewşenbîrî biyara da ku bûyerên kuştin û belavkirina bûyerên kuştin û xwekuştinê neyên dayîn.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku şopandin û belavkirina nûçeyên kuştin û xwekuştinê li herêmê ji bo ragihandinê qedexe kir. Wezaretê di daxuyaniya xwe ya 8’ê Hezîranê amade kirî de ku pêşkêşî hemû sazî û dezgehên weşangeriyê kir, biryar daye ku şopandin û belavkirina nûçeyên ‘kuştin, xweşuştin û şewitandinê’ qedexe ye.

Di demekê de ye ku her diçe hejmara bûyerên xwekuştin û kuştinê taybet ên jinan zêde bûye, mixabin Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê li şûna çareserî peyda bike û xelkê li vê mijarê hişyar bike, radibe bi biryarekê şopandin û nûçekirina bûyerên kuştin û xwekuştinê qedexe dike.

Wezaretê weke sedema derxistina vê birayrê jî diyar kir ku ev nûçe dibin sedemê zêdebûna bûyerên kuştin û xweşkuştin. Rê ji bo heldanên xwekuştinê vedike. Wezaretê destnîşan kir ku divê çapemenî û ragihandin girêdayî vê biryarê bin, her kesê li berçav negire wê di warê hiqûqî de nêzîkatî pêre bê kirin.

Divê bîlançoyên xwekuştin û kuştinê wisa bê dayîn ku, nebe sedemê zêdekirin û neçareserkirina pirsgirêkê.

Va 6 meh ên sala 2022’an derbas bû heta niah li ser ti bîlançoyek ya kuştin û xwekuştinê ji aliyê desteya mafê mirovan û rêveberiya pêşîgirtina tundutijiya li ser jinê nehatiye belavkirin. Eger bîlanço bên diyarkirin wê ji bo çareseriya pirsgirêkê û hişyarkirina gel a li ser bûyeran encamgir be.