Nazenîn Zagharî yekem car axivî

Nazenîn Zagharî-Ratcliffe ya hemwelatiya Îran û Îngîltereyê ye, piştî 6 salan di girtîgehê de ma, yekemîn car di civîna ragihandinê ya li Londrayê hatibû lidarxistin de axivî.

Navenda Nûçeyan -  Hemwelatiya Îran û Îngîltereyê Nazenîn Zagharî-Ratcliffe piştî 6 salan li Îranê di girtîgehê de ma, dema ku hat berdan, yekemîn car li Londrayê civîna ragihandinê li dar xist. Nazenîn Zagharî- Ratcliffe bi gotina ‘Tişta ku niha pêk hat diviyabû 6 sal berê pêk hatibûya. Diviyabû ez 6 salan li girtîgehê de nemabûma’ hikûmeta Îngîltereyê jî rexne kir.

“Diviyabû 6 sal berê ev civîn bihata lidarxistin”

Nazenî Zagharî-Ratcliffe li avahiya parlsmentoyê civîna ragihandinê li dar xist û got: “Di nav 6 salan de ez bûm şahid ku 5 caran wezîrê karê derve hat guhertin. Ji bo yek bikaribe vegere mala xwe qey divê çend wezîrên karên derve werin guhertin? Bêguman wê di dawiyê de yek biçûya. Em hemû dizanin ku çawa vegeriyan mala xwe. Diviyabû 6 sal berê pêk hatibûya.” Zagharî-Ratcliffe destnîşan kir ku piştî demeke kurt a girtina wê rayedarên Îranê jê re gotine ku ‘wab ji Îngîltereyê tiştek xwestine’ heya vê bi dest bixin jî dê wê bernedin.

Nazenîn Zagharî-Ratcliffe piştî ku hikumeta Îranê deynê xwe yê 400 milyon sterlîn (527 milyon dolar) a hêj ji salê 1970’an maye, daye Îranê hefteya berê hat berdan. Lê rayedarên Îngîltere û Îranê wê yekê diparêzin ku di navbera her du mijaran de tu têkilî tune ye.