Navenda Ragihandina Civakî kampa perwerde ya bi navê “Rêzê jê re bigre 2” bi dawî kir
Navenda Ragihandina Civakî, kampa perwerdehiyê ya ku li ser mijara zayendî, wekheviya zayendî û mafên jinan ên di peyman û qanûnên herêmî û navneteweyî de bi dawî kir.
NAGHAM KARAJEH
Xeza – Navenda Ragihandina Civakê di çarçoveya xebatên projeya "Pêşvebirina çanda rêzgirtina ji mafên jinan re di saziyên akademîk de – Rêzê jê re bigre" ji bo xwendekar û mezûnên fakulteyên çapemenî û hiqûqê yên li zanîngehên Filistînê kampa perwerdeyê ya bi navê "Rêzê jê re bigre 2" ku 5 rojan dewam kir, bi dawî kir.
Rêvebira Navenda Ragihandina Civakî Endelîb Edwan got ku Kampa perwerdeyê armanc dike ku di warê mafên jinan de di saziyên akademîk bi taybetî û di civakan de bi giştî, kapasîteyên wekî balyoz ava bike, di warê veguhestina wan ji bo ezmûnan piştî vê perwerdeyê li ser pêwîstiya rêzgirtina mafên jinan di hemû waran de.
Endelîb Edwan destnîşan kir ku di çarçoveya vê projeyê de gelek çalakî hene, ji ber ku ew di du aliyan de diçe, yek ji wan akademîsyenên jin di saziyên akademîk de, avakirina kapasîteyên wan û xebata ji bo avakirina Rêveberiya Akademiyên Jin ên Filistînê, ku du sal berê dest pê kir da ku jinên akademîsyen mafên xwe bi dest bixin.
Endelîb Edwan diyar kir ku aliyê duyemîn jî ji bo xwendekar û mezûnan e, ji bo pêşxistina jêhatîbûn û zanyariyên wan yên derbarê mijarên zayendî û wekheviyê de li ser mafên mirov û jinan di peymanên navneteweyî û qanûnên herêmî de ji bo ku potansiyel û şiyanên wan xurt bikin da ku bibin balyozên Navenda Ragihandina Civakî.
Rojnamevan Rewan Yûnis jî ku yek ji beşdarên kampa perwerdê ye wiha got: "Me bal kişand ser çanda rêzgirtina mafên jinan di sazî û civakên akademîk de û me bêtir agahdarî û zanyariyên derbarê maf, erk û peymanên girêdayî wan girt."
Rojnamevan Hîba Neîm jî anî ziman ku piştî perwerdeyeke 5 rojan ew bi peymanên navneteweyî yên li ser mafên jinan, her wiha çend mijarên girîng, di nav de tundiya li ser jinan û awayên rûbirûbûna wê nas kir.
Rojnameger Seca El-Danî jî eşkere kir ku bi beşdarbûna xwe ya perwerdeyê gelek jêhatîbûn û agahî bi dest xist û şiyanên xwe pêşxist û wiha got: "Agahiyên min di derbarê mafên jinan di civakê de, pêwîstiya wekheviya zayendî û têkoşîna li dijî hin urf û adetên wekî zewaca bi zorê û bêparkirina ji xwendinê, çêbûn."
Rojnamevan Hedîl Xanim bi lêv kir ku ew derbasî glek perwerdeyan bûye lê ev perwerde ya herî bi tecrube û kêrhatî bû û wiha axivî: "Kampa perwerdeyê kesayetiya min ber bi başbûnê ve bir, hêzek erênî da min û xwebaweriya min zêde kir."