Navenda Metro êrişa dewleta Tirk a li dijî rojnamevanan şermezar kir

Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan êrişa dewleta Tirk ya li ser nûçegihanên Çira Tv û Çira FM şermezar kir û ragihand ku Hikumeta Iraq û Herêmê tenê temaşevanin.

Navenda Nûçeyan – 8’ê Tîrmehê wesayîteke ragihandina azad ku nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê têde bûn, ji bo şopandina xebatên salvegera fermana 3’yê Tebaxê çûbûn Tilqesebê, di vegerê de ji aliyê balafira bêmirov û biçek ya dewleta Tirk a dagirker ve hatibû hedefgirtin. Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû, nûçegihana Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bûbûn. Mirad Mîrza yê ku bi giranî birîndar bûbû rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin. Ji ber parçe ji serê xwe xwaribû, çend roj bûn nezîfa serî ne disekîne, îro dema girtin emeliyatê di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Navenda Metro ya ji bo parastina mafê rojnamevanan, bi daxuyaniyekê êrişê şermezar kir û hat gotin; “Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê li ser asta êrişan, tenê dibin temaşevan.

Daxuyanî wiha ye:

“8’ê Tîrmehê wesayîteke ku nûçegihanên Çira TV û Çira FM’ê têde bûn, bû hedefa balafira bê mirov ya dewleta Tirk. Di encama êrişê de nûçegihanê Çira FM’ê Mirad Mîrza Îbrahîm bi giranî birîndar bûbû, nûçegihana Çira TV Medya Hesen û kedkarê çapemaniya azad (ajokar) Xelef Xidir, li gel du welatî û zarokek biçûk birîndar bûbûn. Mirad Mîrza rakiribûn nexweşxaneya Mûsilê û li wir dihate dermankirin, îro dema girtin emeliyatê di dema emeliyatê de jiyana xwe ji dest da.

Ji ber êrişên dewleta Tirk ji serê salê ve 11 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane û 9 jî birîndar bûne. Herdu hikumetên Iraq û Herêma Kurdistanê rola temaşevaniyê dilîzin. Em bang li Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê dikin, derbarê lihevkirinên xwe yên ewlekarî yên bi hikumeta Tirkiyeyê re agahiyan belav bikin, da ku welatî biryar bidin çi bikin.

Em dîsa bang li her du hikumeta dikin ku welatiyan biparêzin û rola temaşevaniyê neleyîzin.”