Navenda Jinan a Binevş hat vekirin
Di bin bana şaredariya Bajarê Nû de Navenda Jinan a Binevş hat vekirin. Hevşaredara Bajarê Nû Safiye Akdag di vekirinê de axivî û got: “Ji bo piştgiriya jinan em vir vedikin. Ne tenê ji bo jinê Kurd ji bo hemû jinan em ê xizmetê bimeşînin.”
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2024/08/20240817-20240817-690x390cc-amd-17-08-2024-kadin-danisma-merkezi-acildi22-jpgd2f8b5-image-jpgf2fa7c-image.jpg)
Amed-Şaredariya Bajarê Nû Navenda Jinan a Binevş vekir. Li Jîn Park a taxa Uçkuyular a Yenîşehîrê navend hat vekirin û ligel welatiyan, endamên TJA, rêxistinên DEM Partî, DBP’ê yên Amedê, hevşaredarên bajarê mezin ên Amedê, dayikên aştiyê û saziyên civaka sivîl tevli bûn. Hevşaredar Safiye Akdag axaftina vekirinê kir.
Safiye Akdag da zanîn ku xwestine navendê di 2019’an ve bikin lê ji ber qeyûman projeya wan nîvco maye û wiha got: “Lê îro em Navenda Binevş vedikin. Ev ji bo me gelek girînge. Ji bo piştgiriya jinan em vir vedikin. Ne tenê ji bo jinê Kurd ji bo hemû jinan em ê xizmetê bimeşînin.”
Hevşaredara Bajarê mezin a Amedê Serra Bucak jî piştre axivî û da zanîn ku di 8 salan de çi tişt nîvco maye, soza temamkirina wê dane û got bila navend li jinan bi xêr be.
Piştî axaftinan navend hat vekirin.