Navenda Amara ji bo jinan perwerde û semîneran li dar dixe

Rêvebera Navenda Amara ya girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê, Maya Şabo, behsa kar û xebatên Navenda Amara kir û got ku Navenda Amara cihê şêwermendiya derûnî ye, ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dixebite.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo – Naveda Amara ya Şêwermendiya Derûnî, girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê ye. Navenda Amara ji bo pirsgirêkên jinan ên derûnî çareser bike, bi riya gelek saziyan semînerên hişyariyê û perwerdeyên taybet ên derûnî ji bo jinan dide. Rêvebera Navenda Amara ya şêwermendiya derûnî Maya Şabo behsa kar û xebatên navendê ji ajansa me re kir.

4 beşên navendê hene

Maya Şabo behsa Navenda Amara kir û got: "Navenda Amara ya Şêwermendiya Derûnî girêdayî Desteya Jin a Kantona Cizîrê ye. 4 şaxên wê hene du ji wan li Til Temir û Rimêlanê, du jî li bajarê Hesekê û Qamişloyê ne. Navend xizmetên piştgiriya derûnî, ji bo hemû jinan û civakê dike. Perwerdeyên ji bo çareserkirina nexweşiya derûnî tên dayîn. Di vê dema niha de gelek jin di bin gefên kuştin an lêdanê de ne. Em weke navend bi riya semîner an jî perwerdeyan pirsigrêkên wan ên derûnî çareser dikin."

‘Di dawiya pewerdeyê de em spasnameyan li wan belav dikin’

Maya Şabo bal kişand ku bi saziyên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan re perwerde û semîneran ji bo jinan didin û wiha berdewam kir: "Piraniya semîner û perwerdeyên me bi awayê koordîneyî bi saziyên Rêveberiya Xweser, rêxistinên jinan û Yekitiya Rêxistina Civaka sivîl tên lidarxistin. Bi riya van saziyan em digihîjin hejmareke zêde ya jinan û wan perwerde dikin. Gelek caran em semînerên hişyariyê ji bo zarokên Baxçeyên Zarokan li dar dixin ji ber ku di vê dema dawî de rêjeyeke mezin ji zarokan bi nexweşiya otîzmê dikevin. Ji bo ku ev zarok werin hişyarkirin û derûniya wan rehet bibe em semînerên curbecur ji wan re li dar dixin. Di dawiya pewerdeyê de em spasnameyan li jin û zarokan belav dikin."

180 car semîner hatin dayîn

Maya Şabo daneyên salekê de rêz kirin û wiha pê de çû: "Di nava salekê de 180 car semîner hatin dayîn. Semîner li ser awayê parastina ji tundiya li ser jinan, pêşketina derûnî ya di nava civakê de, tacîza zayendî, dûrketina ji madeyên hişbir û zewaca di temenê biçûk de bû. Di nava vê salê de perwerdeyên taybet ji bo 11 kesan hatin dayîn. Di van rojan de jî dê semînerên hişyariyê li ser penceşêra pêsîrê ku roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan nêz dibe wê bên lidarxistin."

‘Jin xwedî hêza cewherî ne’

Maya Şabo li ser kar û xebatên sala nû bang li hemû jinan kir û got ku deriyê Navenda Amara ji wan re vekiriye û wiha bi dawî kir: "Ji bo sala nû ya 2025’an plansaziya kar a Navenda Amara heye. Dê semînerên zêdetir werin lidarxistin û xwegihîştina hejmareke zêde ya jinan bi taybetî jinên di kampan de dijîn çêbibe. Ji ber ku gelek pirsgirêkên wan ên derûnî hene divê em li ser wan bisekinin. Di dawiyê de ez dixwazim peyamek bigihîjînim hemû jinên di nava civakê de. Jin bi xwe xwedî hêza cehwerî ne divê her jin baweriya wan bi wê were, em jî weke Navenda Amara ya şêwirmendiya derûnî deriyê me ji hemû jinan re vekiriye ku em pirsgirêkên wan ên derûnî çareser bikin ji bo ku baweriya wan bi wan were di nava civakê de."