Navenda Ada perwerdeya teknîk û ziman dide jin û zarokan

Ofîsa Jin a bajarê Dêrikê ji bo jin û zarok fêrî teknîk û zimanê biyanî bibin navenda Ada vekir. Rêvebera Navenda Ada, Fatma Osman behsa kar û xebatên navenda Ada kir.

ZEYNEB ÎSA

Dêrik- Ofîsa Jin a Şaredariya Bajarê Dêrikê ji bo jin û zarokan fêrî teknîk û zimanê Kurdî, Erebî, Îngilîzî û Elmanî bikin, Navenda Ada vekirin. Rêvebera navenda Ada Fatma Osman behsa perwerdeyên navendê ji ajansa me re

Fatma Osman behsa vekirina Navenda Ada û armanca wan bi vekirina wê kir û wiha got: "Me di destpêka 2016’an de navenda Ada vekir. Armanca me bi vekirina Navenda Ada ew bû ku koçberên me yên rewşa wan a madî nîne perwerdeyên taybet ji zarokên wan re vekin da ku fêrî teknîkê yan jî hemû zimanan bibin. Em li vê derê perwerdeyan ji bo wan didin da ku zarok û jin jîr û zana bin da ku di saziyên me yên Rêveberiya Xweser de kar û xebatên xwe bimeşînin ji ber ku ya herî bingehîn teknîk e."

‘Gelek zarok ji bajar û gundan ji bo perwerdeyê tên’

Fatma Osman behsa zehmetiyên destpêkê kir û diyar kir ku bi alîkariya Ofîsa Jin a Şaredariya Bajarê Dêrikê Navenda Ada hatiye vekirin û wiha berdewam kir: "Di destpêkê de hinekî tiştên madî kêm bûn, tekînîk tunebû, di milê ragihandinê de jî hinek zehmetî hatin kişandin lê niha her kes navendê nas dike û gelek zarok ji bajar û gundan tên perwerde dibînin. Gelek şagirtên me hene bi serkeftin ji perwerdeyê derçûne û di saziya de cihê xwe girtin. Bi alîkariya Ofîsa Jin a Şaredariya Bajarê Dêrikê hat vekirin û bi pêş ket."

‘Em dixwazin navenda xwe berfirehtir bikin’

Fatma Osman bal kişand ser perwerdeyên ku tên dayîn û diyar kir ku daxwaza wan ew e di pêşerojê de navenda xwe berfireh bikin, beşên wê li hemû herêmê hebin û wiha bi dawî kir: "Em perwerdeya ISDL, word a pêşketî, bi zimanê Îngilîzî û fêrkirina teknîkê didin weke montaj, kişandina wêneyan û kişandina dîmenan. Di her refê de 15 şagirt hene carna bêhtirin jî saeta perwerdeyê ji nîvroyê û pê ve ye. Heta berêvarî didome. Em dixwazin di pêşerojê de navenda xwe berfirehtir bikin, beşên perwerdeyê yên din jî vekin û li hemû herêmê şaxên me hebin. Dixwazim ji hemû malbatan re bibêjim bila zarokên xwe bişînin perwerdeyê da ku zarok jîr û zana bibin fêrî tiştên bi sûd bibin."