Navê xelatgirên Uçan Supurge eşkere bûn
Di çarçoveya 28’emîn Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge de navê kesên ku xelat bigrin hat eşkerekirin. Xwediyên xelatan wê di merasîma ku di 27’ê Gulanê de were lidarxistin de xelatên xwe bigrin.

Navenda Nûçeyan – Mihrîcana Fîlmên Jinan a Navneteweyî Uçan Supurge îsal wê di navbera 27’ê Gulan-4’ê Hezîranê de sala xwe ya 28’emîn pîroz bike. Mihrîcan hedef dike ku berhemên jinên sînemager nîşan bide û balê bikşîne ser sûdên wan di sînemayê de. Îsal wê di Mihrîcanê de Xelata Rûmetê, Xelata Serkeftinê ya Bîlge Olgaç û Xelata Cadiya Ciwan bidin sînemagerên jin ên kedek mezin dane sînemayê. Wê xelat di merasîma vekirinê ya di 27’ê Gulanê de bên dayîn.
Îsal di mihrîcanê de ‘Xelata Rûmetê’ bidin lîstîkvan Hulya Darcan û Gulşen Bubîkoglu, ‘Xelata Serkeftinê ya Bîlge Olgaç’ bidin Bennu Yildirimlar, dîrektora cast Harîka Uygur û amadekar û derhênera mihrîcanê Başak Emre, ‘Xelata Cadiya Ciwan’ jî bidin lîstikvan Mîna Demîrtaş.