Nasnameya 42 zarokên mexdûrên erdhejê nayê zanîn

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê ragihand ku nasnameya 42 zarokên ku di erdhejê de mexdûr bûne nayê zanîn û ji wan 110 zarok di bin tedawiyê de ne.

Navenda Nûçeyan- Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî ya Tirkiyê der barê mexdûrên erdhejê yên bêkesan de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hezar û 915 zarokên bêkesên ku ji bin xirbeyê hatin derxistin hatin qeydkirin, hezar û 718 zarok jî piştî kontrola nasnameyan û kontrolkirina nasnameyan teslîmî malbatên wan hatin kirin. 

'42 zarokên ku nasnameya wan nayê zanîn hene'

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 110 zarokên ku tedawiya wan li nexweşxaneyan berdewam dike û 85 zarokên ku tedawiya wan qediyaye jî ji aliyê wezaretê ve di bin çavdêriya saziyê de ne. 2 zarokên me yên di qeydên me de dema ku li nexweşxaneyê dihatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.Herwiha li gor îxbara Modulê Rêveberiya Afatê ya Sîstema Agahdariya Malbatê hatine kirin 411  zarok jiyana xwe ji dest dane.