Nasnameya 35 zarokên mexdûrên erdhejê nehat tespîtkirin

Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê ragihand ku u hê jî nasnameya 35 zarokên ku di erdhejê de ji bin xirabeyan hatine derxistin nehatiye tespîtkirin.

Navenda Nûçeyan – Wezareta Xizmetên Malbat û Civakê têkildarî rewşa zarokên mexdûrên erdhejên navenda wan Mereşê de daxuyaniyek da.

Li gorî wezaretê hezar û 915 zarok ji bin xirbeyan hatin derxistin û bêrefakat hatine qeydkirin. Wezaretê ragihand ku hezar û 766 zarok radestî malbatên xwe hatine kirin, 81 zarok li saziyên lênihêrînê hatine bicihkirin û pêvajoya dermankirina 62 zarokan jî tê şopandin.

Wezaretê di daxuyaniya xwe diyar kir ku nasnameya 35 zarokan jî nehatiye tespîtkirin. Her wiha hat diyarkirin ku 6 zarokên qeydkirî jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dane.