Narîmana ji Serêkaniyê: Wê tu car nebe cih û warê dagirkeran

Nivîskar Narîman Evdikê ya ji Serêkaniyê ya dagirkirî di salvegera dagirkirina bajarê Serêkaniyê de axivî û got: “Mafê cîhanê tunebû li me wiha bike, ez nikarim sûcdaran efû bikim û dê helbet rojek were em ê vegerin.”

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Di 9’ê Cotmeha sala 2019’an de dewleta Tirk êrişên dagirkeriyê li ser bajarê Serêkaniyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da destpêkirin. Di encama êrişan de bajarê Serêkaniyê û Girê Spî hatin dagirkirin, bi sedhezaran hemwelatiyên resen neçarî koçberiyê man, bi sedan kes hatin kuştin û revandin. Di heman demê de mal û milkên wan hatin dizîn û wêrankirin. Nivîskar Narîman Evdikê ji Serêkaniyê ya dagirkirî ye bal kişand li ser êrişên dagirkerî yên dewleta Tirk ku 5 sal li ser derbas bû û got ku dê ji bo vegera warê xwe yê azad dev ji têkoşînê bernedin. 

Narîman Evdikê dibêje ku 5 salên derbasbûyî li beramberî 50 salên bi êş û kul e û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Dibe ku ji gelek kesan re ev sal kêm be lê ji me re bi qasî 50 salan e. Di pênc salan de gelek guhertin bi me re çêbûn û di heman demê de gelek pirs di mêjiyê me de bi cih bûn. Em pirs dikin dibêjin gelo çima ev hat serê me? Çi mafê cîhanê li me he hebû? Çi sûcê zarokên Serêkaniyê hebû? Me di dîroka mirovahiyê de tiştekî wiha nedîtiye. Mixabin bertekên cîhanê yên li hemberî sûcên ku di bajarê me de pêk hatin ne weke bertekên li hemberî sûcên din ên li welatên din.”

‘Ez efû nakim ji ber ku jibîrkirin îxanet e’

Narîman Evdikê destnîşan dike ku dosyaya wan a li ser dagirkirina Serêkaniye hatiye paşguhkirin di qada navneteweyî de û wiha pê de çû: “Gelo çima her dem bûyer û êşên Kurdan tên paşguhkirin? Ev paşguhkirin nayê qebûlkirin. Bi taybetî ez weke kesayet tu carî vê dagirkirinê, kesên ku axa min dagir kirin û bûn sedem ku em koçber bibin, efû nakim. Ez nikarim vê êşê ji bîr bikim, jibîrkirin îxanet e. Ger ez efû bikim tê wateya ku ez xiyanetê li bîranîn, zarokatî, dê û bav û pîr û kal, bajar û axa xwe dikim.”

‘Çeteyan mala min şewitandin’

Narîman Evdikê dide zanîn ku mala wê hatiye şewitandin ji aliyê çeteyên ser bi dewleta Tirk a dagirker ve û wiha berdewam kir: “Mala me mozayîkek bû ku tê de pirtûkxane, muzexane û gulistan hebûn. Cihekî ku bi hemû hezkirina me hatibû avakirin. Ji min re pir bi êş e dema tê bîra min ku pirtûka min nivîsî neket refa pirtûkxaneya mala min a li Serêkaniyê. Mixabin her tişt şewitandin. Jixwe her tişta girêdayî pêşxistina zanista mirovan qebûl nakin, hemû belgeyên me yên girêdayî perwerde û zanîngehê şewitandin. Dibe ku ji pirtûkan tirsiyabin, ji folklor û dîroka me tirsiyan.”

‘Dê tu carî nebe cih û warê wan’

Narîman Evdikê tekez dike ku her çiqas bajarê wê di bin dagirkeriyê de bimîne jî dê nebe cih û war ji dagirkeran re û got: “Dibe ku ev bîranîn ji bo min gelek bi êş bin lê ez ne tenê mala xwe difkirim. Ya girîng ew e ku em li bajarê xwe vegerin. Tenê ax jî mabe, her der rûxiya be jî em ê ji nû ve ava bikin. Rojane şer û pevçûn di navbera çeteyan de çêdibe li bajarên dagirkirî, mal wêran dibin, dar dişkên û tax xirab dibin lê ne xema wan e. Dizanin ku ev bajar ne yên wan in ji ber vê yekê ne derd e ji wan re ku bajarê Serêkaniyê xirab bibe. Mixabin bajarê me yên dagirkirî veguherandine cihekî ji bo revandina mirovan û bikaranîna madeyên hişbir. Di heman demê de kirine dergeheke koçberiya ciwanan ber bi Ewropayê ve û gelek caran nagihîjin jî. Li bajarên dagirkirî tiştên herî qirêj tên bikaranîn.”

‘Em ê bêtir li ser doza xwe bixebitin’

Narîman Evdikê her dem bi bîranînên xwe re dijî, li bajarên cuda li pey hûrguliyên Serêkaniyê dikeve bi hêviya jiyana heman hestên ku li bajarê xwe dijiya, diyar dike ku ew ê ji bo doza xwe her dem têbikoşe û wiha bi dawî kir: “Dema ku dar, tax û mirovek ku dişibe mirovên ji Serêkaniyê dibînim hez dikim û bi wan biaxavim. Her dem ez çavên xwe li tiştên winda digerînim. Ez çiqas bibêjim dê kêm be. Helbet bi hêsran em nikarin tiştekî bi dest bixin, gelê Kurd tu carî tenê bi hestan tiştekî bi ser nexistiye divê ku em bêtir li ser doza xwe bixebitin û mafên xwe bixwazin.”