Narges Mohammadî: Desteserkirina milkê Bahaiyan diziya rêxistinkirî ya dewletê ye

Parêzvana mafên mirovan a xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Narges Mohammadî, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî desteserkirina milkê 22 welatiyên Bahaiyên li Îsfahanê dijîn, da û desteserkirin wan milkan mîna “diziya rêxistinkirî ya dewletê” bi nav kir.

Navenda Nûçeyan – Di 19’ê Tebaxa 2025’an de, li Îsfahanê ya Îranê xanî, zevî, wesayît û hesabên bankê yên 22 welatiyên Bahaî hatin desteserkirin. Hemwelatiyên ku diyar kirin tenê ji ber baweriyên xwe tên hedefgirtin û dan zanîn bi rêya SMS’ê hatine agahdarkirin ku milkên wan hatine desteserkirin. Ev rewş mîna sepanekî ku bêyî pêvajoyek yasayî tê meşandin, tê rexnekirin.

Hate ragihandin milkên hatine desteserkirin, ji saziyekî ya ji aliyê hikûmetekî ve tê kontrolkirin re, bê veguhestin. Rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, vê rewşê mîna "diziya dewletê" şermezar kirin û balkişand ku zextên li dijî civaka Bahaiyan zêde dibe.

Parêzvana mafên mirovan a xwediyê Xelata Nobelê ya Aştiyê Narges Mohammadî jî, bi daxuyaniyekî bertek nîşanî desteserkirina milkê 22 welatiyên Bahaî yên li Îsfahanê dijîn da. Narges Muhammadî, vê rewşê mîna binpêkirina edaletê, mafên bingehîn ên sivîlan, mafên mirovan, exlaq û mirovahiyê bi nav kir.

Narges Mohammadî, wiha nivîsand: "Keda hevalên min ên Bahaî yên ku min ji nêz ve şahîdîkir ku bi şev û roj bê westan dixebitin û bi coş û berpirsiyariyê karê dikin, ji aliyê hikûmetê ve hate desteserkirin. Malbatan, gelek caran bê milk, bêxwedî û bê piştgirî hatin kirin. Milkên hemwelatiyên me yên Bahaî yên bi keda xwe û ji bo pêşeroja malbatên xwe bidestxistine, ji aliyê hikûmetê ve li ser bingeha madeya 49’an a Makezagona me wekî 'ne rewa' hatiye desteserkirin."

Ofîsa Cîhanî ya Bahaî, di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku milkên zêdetirî 20 welatiyên Bahaî, tenê bi rêya SMS’ê hatine  desteserkirin. Di nava mal û milkên hatine desteserkirin de, xanî, wesayîtl û hesabên bankê hene. Dadgehan, milkên Bahaî yan, bêyî pêvajoyek yasayî an jî hebûna delîlan li gorî madeya 49’an desteserkirin kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku pêvajoya darizandinê bi awayekî veşartî û bêyî pêkanîna prosedurên qyasayî tê meşandin. her wiha Bahaiyan, diyar kirin ku ew nekarin bi rêya "Pergala Sânehê” biryarên dadgehê bişopînin û parêzerên wan nikarin xwe bigihînin dosyayan.

Desteserkirina milkên gelê Bahaî, nîşan dide pergala hiqûqî ya li Îranê çawa bi rêya zextên siyasî û neçariyên aborî dixebite.