Namzeda hevşaredariya Zirganê: Bê tirs emê xizmeta gel bikin

Hebûba Ridwan Mihemed namzeda ku di pêşhilbijartinên di 30’ê Nîsanê de li Zirganê biserket, got ku ew ê ji bo jin û gelê Zirganê yên rûbirûyê xeteriya dewleta Tirk in bêtirs wê xizmetê bikin.

SORGUL ŞÊXO

Hesekê – Kongra Star û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) yên ku di 17’ê Nîsanê de bi daxuyaniyekê tîfaqa xwe ragihandibûn, pêşhilbijartinên xwe ji bo diyarkirina namzedên jin ji bo Şaredariyan bi dawî kirin. Niha namzedên Kongra Star û PYD’ê ji bo hilbijartinên 30’ê Gulanê amade ne.

Di vê der barê de namzedên jin yên ku di pêşhilbijartinan de biserketin, me xwest bal bikşînin ser jiyan, têkoşîn û armancên wan. Namzeda hevşaredariya Zirganê Hebûba Ridwan Mihemed ji navçeya Zirganê a Kantona Cizîrê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Hebûba Ridwan Mihemed di sala 1994’an li navçeya Zirganê jidayik bûye, pêvajoya xwe ya xwendina seretayî û navîn li dibistanên navçeyê derbas kiriye, piştî ku dibistana amadeyî bi dawî dike, li zanîngeha Dêrazorê Beşa Wêjeya Ingilîzî jêre derdikeve. Lê ji ber kirîza Sûriyê li welat destpê dike malbat derfeta çûyînê nade ku di nava van xeteriyên êrîşên komên çekdar û çeteyên ku wê demê bi navê Cebhet El-Nûsra derketibûn revandin û darvekirin li dijî gelê herêmê pêkdianîn.

Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Kobanê çirûska yekemîn dide, gel bi zarok, jin û dapîr û bapîran herikîn qadên berxwedanê. Piştî ku pêla şoreşê dighêje Zirganê bi demekê, Şêrîn berê xwe dide nava xebatên Rêveberiya Xweser. Ji lewra ji sala 2014’an ve di nava xebatên Şaredariya Gel a Zirganê de di hemû pêvajoyên ku navçeya wê têre derbas bûye, cih girtiye.

‘Ez ketim pêy armancên xwe’

Hebûba Ridwan Mihemed tecrûbeya xwe ya destpêkê a derbasbûna nava xebatên şaredariyê parve kir: "Beşa Zabîtê ew deriyê destpêkê bû ku têre ez derbasî şaredariyê bûm, paşê min di beşê Miraab ango rawestgeha erebe, terektor û alavên şaredariyê de cih girt heta ku pêşhilbijartin pêk hatin. Min piştgiriya destpêkê ji bavê xwe dît ku jin û mêr bi hev re bixebitin cihê serbilindayî ye. Bê guman ji civaka dora me jî min gelek axaftinên ji rêzê bihîstin, jinek di nav mêran de bixebite neqebûlkirinek jêre hebû, lê min hemû gotin paşguh kir û ketim pey armanca xwe. Dema ku bi gel re rûbirû dihatim û min danûstandin bi hawirdora xwe re kir, jiyan û pirsgirkên wan guhdar kir min digot em heta niha li kûr bûn. Tecrûbeyeke zehmet bû lê di jiyana min de guherînek çêkir."

'Hevgirtina malbata biçûk û mezin bingeh e'

Hebûba Ridwan Mihemed da zanîn ku ruxmî hebûna hevjîn û zarokan ew bi îsrar bû rêwîtiya xwe bidomîne û wiha dirêjî da gotina xwe: "Ne tenê di nav xebatan de min têkoşîn kir, min bi malbat û civakê re jî têkoşîn da meşandin. Di malbata xwe ya biçûk de min dikarîbû hevgirtin û hezkirinekê çêbikin û hevjiyana azad pêk bînim, ji wî bingehî ez tevlî xebatên şaredariyê jî dibûm, di malbata biçûk û mezin de ango Şaredarî jî hevgirtin girîng bû. Di êrîşên li ser Efrînê de, min kurê xwe yê du mehî ligel dayika xwe hişt û ez çûm piştgiriya bi gel û jinên Efrînê re. Piştî ku ez vegeriyam kurê min nedihat cem min û şîrê min venedixwar û heta du sê rojan wiha ma. Ev mînakeke, ji bo zarokên xwe û zarokên welatê xwe mirov divê ku di her qadê de têbikoşe û şopa xwe bihêle. Nedixwestin ez tevlî hilbijartinan jî bibim, her digotin barê re giran e tu dayikî zarokên te hene, nabe tu bikeve hilbjartinan lê min wan guhdar nekir û li pey armanca xwe çûm, min xwe pêşinyar kir û di pêşhilbijartinan de jî di namzetbûna Kongra Star de biserketim."

'Ji bo gel û jinên Zirganê em ê şev û rojên xwe bixin xizmeta wan de'

Hebûba Ridwan Mihemed ji bo hêviyên jinên Zirganê ev tişt anî ziman: "Jinên ku ew hêvî di min de dîtin, ez ê hemû derfetan bixim xizmeta wan û li gorî hêviyên di dengên wan de derkevim. Ji ber a ku di xeta agir de û taybet li Zirganê li hember hemû êrîşên dagirkeriya Tirk yên hewayî û bejahî û wêrankirina binesaziya herêmê û hedefgirtina saziyên xizmetguzariyê de, liberxwe da jin bûn, em ê jî bi dilsozî xwedî li vê berxwedaniyê derkevin. Hatina jinan a li ser sindûqkan ji derveyî ku wê kî biserbikeve, di min de hêvî û moralekî pir mezin çêkir ku rastî jî jin li vî welatî dildarên avakirinê ne û piştgirê jinan in. Ji lewra dema ku ez biserketim min ev soz da ku heta dawî em ê ji bo jin gel û civaka xwe xebatên geşepêdanê pêşbixin."

'Ji bo Zirganê em û gel bihevre emê bikaribin projeyên geşepêdanê ava bikin'

Hebûba Ridwan Mihemed bi vê sozê dawî li axaftinên xwe anî: "Ji ber Zirgan xeteke agir e û dijminê me êrîşî pariyê nan, av û kehrebeya me dike, em ê jî di demên pêş de ji bo gelê xwe hewldanên xwe bikin ku careke din bajarên xwe ronî bikin, xetên avê û kehrebê ji nû ve çêbikin û rêyan çêkin. Di 5 salên dawî de ji ber dagirkeriyê projeyên jinan nehatin pêkanîn, ji lewra em ê ji bo bêhinvedana jinan parkekê çêbikin, ji zarokên jinên karmend re jî baxeyekî çêbikin, da ku barê wan sivik bibe û gelek projeyên me hene lê li gorî derfetan jî divê ku em tevbigerin. Emê careke din bajarên xwe geş kesk bikin û rengekî nû lêbixin. Lê di vir em û gel divê dest bidin hev, da ku em bikaribin di vê pêvajoyê de kar û xebatên xweş bihevre bimeşînin."