Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû hate bibîr anîn
Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hat qetilkirin, li mala lê ji dayik bû ji aliyê malbat û hevalên xwe ve bi qûrnefîl û findan hate bibîranîn.

Navenda Nûçeyan – Endama Navenda Jineolojiyê û edîtora Kovara Jineolojiyê akademîsyen, nivîskar, rojnamevan Nagîhan Akarsel, di 4’ê cotmehê de li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistana Federe di encama êrişeke çekdarî de hat qetilkirin. Cenazeyê Nagîhanê ji aliyê jinan ve bi dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” ji Silêmaniyê ber bi Hewlêrê ve hat rêkirin.
Tê payîn ku sibê dê bibin Enqereyê
Hate diyarkirin ku cenazeyê Nagîhan Akarsel a tê payîn ku sibê dê bibin Enqereyê, ewilî dê bibin Saziya Tiba Edlî ya Enqereyê (ATK) dû re jî dê bibin gundê Golyazi yê navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê ku lê ji dayik bûye. Tê payîn ku dê li vir ji bo Nagîhan Akarsel merasime cenaze were lidarxistin.
Li mala lê ji dayik bûyî “Quncikê Nagîhan” hat amade kirin
Beriya cenaze, malbat û hevalên Nagîhan Akarsel li mala lê ji dayik bû “Quncikê Nagîhanê” amade kirin. Di quncikê ku wêneyên Nagîhanê danînê, bi vêxistina findan û danîna qûrnefîlan Nagîhan hate bibîranîn. Malbatê li mala xwe ya li gundê Golyaziyê şîn danî û sersaxiyan qebûl dike.
Daxuyaniya TJA’yê
Tevgera Jinên Azad (TJA) di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Jinên hêja û gelê me yê bi qîmet, cenazeyê hevala me Nagîhan Akarsel ji ber prosedûrên fermî dê îro neyê. Cenazeyê hevalê me dê roja sêşemê (sibe) saet di 15.20-15.30’an de were Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê û ji wir jî bibin Saziya Tipa Edlî. Em bi taybetî hevalên me yên hêja yên jin bang li hemû gelê xwe yê hêja dikin ku hevala Nagîhan Akarsel hembêz bikin.”
Ji Tirkiye der barê Nagîhan Akarsel de li xwe mikur hat
Balyozê Iraqê yê dewleta Tirkiyeyê Alî Riza Guney ê di merasîma vekirinê ya li Hewlêrê de axivî, daxuyaniyek ku Nagîhan Akarsel ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye qetilkirin qebûl dike da. Alî Riza Guney li ser pirsa rojnamegeran wiha got: “Têkildarê mijara têkoşîna li dijî hêmanên PKK’ê de min hêviya xwe got. Em giringiyê bi serweriya Iraqê ji hin hêmanan bêhtir didin. Ew ê fahm bikin bê ka ez dibêjim çi. Iraq, cîran û dostê me yê qedîm e. Armanca me ew e ku wek du dewletên serwer têkiliyên xwe yên dualî ji bo paqijkirina ji rêxistinên terorî bi rê ve bibin. Bendewarî û hestyariya me ya di têkoşîna li dijî terorê de ji ber vê ye. PKK û yên bi PKK’ê re têkildar hedefa me ne.“