NADA: Li dijî cezayên darvekirinê em ê bê deng nemînin

NADA bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên li Îranê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî hatine birîn da û diyar kir ku ew ê li dijî cezayên darvekirinê em ê bê deng nemînin.

Navenda Nûçeyan – Tifaqa Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA)  têkildarî cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê li jinên kurd Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mûhammedî hatine birîn, daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî qetilkirina Jîna Emînî rêveberiya Tehranê tim ji bo jinan biçewisîne, bêdeng bike, ji jiyana cemaweriya giştî û siyasî dûr bixe zextê dike û hat gotin ku ji salên 70 heya îro muamileya xirab li kesên ku qala pêşketinê dikin, tê kirin. 

Di berdewama daxuyanyê de wiha hate gotin: “Di hilbijartina dawî de reformparêz li Îranê bi ser ketin û hêj jî biryarên darvekirinê tên dayîn. Rayedarên Îranê cezayên darvekirinê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî birîn, ev biryar li herêmê û navneteweyî bû sedema nîqaşên femînîst. Ev biryar piştî bêparhiştina mafê wan ê darizandina adîlane, hatiye dayîn.” 

Di daxuyaniyê de hat xwestin ku her du jin werin berdan, mafê jinên girtiyên siyasî werinparastin û ev daxwaz hatin rêzkirin:

 “*Tifaq ji ber talukeya îstîsmarkirina jinan a ji ber nêrînan wan a siyasî de Îranê didome hişyar dike.

*NADA dibêje dê cezakirina her du aktîvîstan rê li ber binpêkirina mafên jinan û darvekirinên nû veke.

*Tifak, komeleyên femînîst, rêxistin û kes bang li her kesê dike ku tev li kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’ bibe da ku jin xwe tenê hîs nekin. 

*Tifak dide zanîn ku dê têkoşîna jinan a li dijî desthilata zextkar ya Îranê li dîrokê qeyd bike û dê nede bîrkirin. 

*Tifak dê têkoşîna li dijî desthilata Tehranê bidomîne dê bêyî şert piştgirî bide têkoşîna li hember vê desthilatê. 

*NADA hemû cezayên li girtiyên siyasî yên bi neheqî hatine birîn, taybetî jî li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî hatine birîn şermezar dike û tîne ziman ku dê li dijî zextên jinan, bêdeng nemîne.”