Mûsa Sevîm ê kujer hê jî nehatiye girtin!

Mûsa Sevîm ê ku Meryem Sevîm qetil kir, tevî çend roj di ser bûyerê de derbas bûne jî hê nehatiye girtin.

Amed- Mûsa Sevîm ê ku şeva 12'ê Mijdarê li navçeya Kayapinarê li kafeyek Meryem Sevîm qetil kir hê jî nehatiye girtin.

Parêzerên ku me der barê mijarê de agahî ji wan girt jî diyar kirin ku dozgeriyê ji wan re gotiye; “Lêgerînên me berdewam dikin.”

Malbatê xwest demek zû were girtin

Di dosyayê de biryara nepenîtiyê berdewam dike, hat hînbûn ku kiryar Mûsa Sevîm li ser medyaya dijîtal li heval û xizmên Meryem Sevîm gefên kuştinê xwariye. Malbat û hevalên Meryem Sevîm bangawaziyên xwe yên têkildarî girtina Mûsa Sevîm didomînin.