Mûsa Sevîm ê ku Meryemê qetil kir gefên kuştinê dixwe!

Mûsa Sevîm ku piştî qetilkirina Meryem Sevîm reviya û hê nehatiye girtin, li ser medyaya dijîtal ji heval û xizmên Meryem Sevîm re peyamên gefên kuştinê şand.

Amed- Mûsa Sevîm ê ku şeva 12'ê Mijdarê li Amed Meryem Sevîm qetil kir hê jî nehatiye girtin. Dozgeriyê ji bo lepirsîna Meryem Sevîm hat vekirin re biryara nepenîtiyê da, der barê bûyerê de jî 2 gumanbar hatin girtin.

Jinên ku bi pêşengiya Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê ji bo girtina kiryar Musa Sevîm bang dikin, îro jî xwestin kujer bê dîtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, hat hînbûn ku Mûsa Sevîm ji hesabên xwe yên medyaya dîjîtal, li hevalên Meryem Sevîm gefên kuştinê xwariye.

Hat hinbûn ku Mûsa Sevîm ê 7 roj in firarî ye, ji hevalên Meryem re wiha gotiye: “Ez heta 3 kesên din nekujim teslîm nabim. Ez ê werim wan bikujim wisa teslîm bibim.” Malbat û hevalên wê diyar kirin ku ewlehiya jiyana wan nîn e û bang kirin ku demildest kujer were girtin.