Munîre Qazî destek da berxwedana Rojava

Munîre Qazî ku keça yek ji pêşengên dîrokî yên Kurdan Qazî Mihemed e, piştgirî da berxwedana Rojava.

Navenda Nûçeyan – Bi zêdebûna êrîşên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, piştgiriya ji bo herêmê jî zêde bû. Ji gelek derdoran daxuyaniyên ji bo berxwedana li vir, tên dayîn. Yek ji van daxuyaniyan jî, ji aliyê Munîre Qazî ya ku keça Pêşewa Qazî Mihemed e ve hat dayîn.

‘Pêkhatina xeyalên me nêzîk bûye’

Munîre Qazî bi weşandina peyameke bi rêya vîdeoyî ya ji bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê, destek da vê berxwedanê. Munîre Qazî piştevaniya xwe ji bo berxwedana Rojava ragihand û destnîşan kir ku pêkanîna daxwazên bavê wê yên li Rojavayê Kurdistanê, nêzîk bûye.

‘Em piştgiriyê didin hewldanên yekrêziyê’

Munîre Qazî balkişand ser hevdîtina ku di navbera Mazlûm Ebdî û Mesûd Barzanî de pêk hat. Munîre Qazî daxwaza xwe ya ji bo yekîtiya Kurdan anî ziman û got ku ew piştevaniya hemû kesên ku hewla yekrêziya aliyên Kurdistanî didin, dike.