Mûkades Kûbîlay serbest hat berdan

Hevşaredara Agirî ya berê Mûkades Kûbîlay hat berdan.

Navenda Nûçeyan-Hevşaredara Agiriyê ya Berê Mûkades Kûbîlay a ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê hate berdan. Ji bilî dayika Mûkades Kûbîlay parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sakik, Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê û gelek jinan Mûkades pêşwazî kirin.  

Mûkades Kûbîlay a li vir axivî, diyar kir ku ji ber hevalên wê li hundir in xemgîn e û wiha got: “Divê ji 9 hevalên 30 sal in tên ragirtin 5 jê bên berdan lê mixabin di her şeş mehan carekê berdana wan tê taloqkirin. Hêvî dikim ku ev neheqî demildest ji holê bê rakirin û hevalên me azad bibin.”