MKG û DFG: Ji bo êriş bê ceza nemînin em ê têbikoşin

MKG û DFG’ê têkildarî qetilkirina 2 rojnamegerên ku di encama êrîşa dewleta tirk a li Başûrê Kurdistanê pêk hat de, ev peyam dan: “Ji bo kesên van êrişana li dijî rojnamegeran pêk tînin bê ceza nemînin em ê têkoşîna civakî û hiqûqî dewam dikin.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî êrîşa dewleta tirk a li dijî wesayîta rojnamegeran a li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ku tê de rojnameger Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hatin qetilkirin, daxuyaniyeke hevpar dan. Hat bibîrxistin ku di heman êrîşê de 6 rojnameger birîndar bûne û êrîş hat şermezarkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Tirkiyeyê êrişek bir ser wesayiteke li herêma Seyîdsadiq a girêdayî bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê û di vê êrişê de hempîşeyên me Gulistan Tara û Hêro Bahadîn jiyana xwe ji dest dan. Em gelekî xemgîn in ku hempîşeyên me di vê êrişê de jiyana xwe ji dest dane. Di vê êrişê de 6 hevalên me yên rojnameger jî birîndar bûn. 

Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) vê êrişa li ser rojnamegeran a derveyî mirovahiyê bi zimanekî tund şermezar dikin. 

Ev êrişa ne ya ewil e ku li Silêmanî li dijî rojnamegeran pêk hatiye. Di 4'ê Cotmeha 2022'yan de endama Navenda Lêkolînê ya Jineolojiyê, Akademisyen û Rojnameger Nagihan Akarsel bi êrişa çekdarî ya li ber mala xwe hat qetilkirin. Nagihana ku nûçegihantiya jinê kir û li ser vê yekê lêkolîn kir bi salan li Silêmanî dijiya. Li vir di heman demê de ji bo "Pirtûkxaneya Jinan a Kurdistanê" jî xebat dida meşandin. 

Êrişa li dijî rojnamegeran tenê bi Silêmanî sînordar nemaye. Di 20'ê Mijdara 2022'yan de Tirkiyeyê êrişa hewayî li Dêrika Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anî û tevî nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îsam Ebdullah 9 kesî jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûbûn. Kesên jiyana xwe ji dest dabûn ji bo alîkariya birîndaran derketibûn ser rê. 

Di 24'ê Tebaxa 2023'yan de Tirkiyeyê bi SÎHA'yan êrişî wesayita xebatkarên JIN Tv'yê ya di navbera rêya Qamişlo-Amûdê kir. Bi vê êrişê Necmeddin Feysel Hecî jiyana xwe ji dest da. 

Dîsa Tirkiyeyê di 8'ê Tîrmeha 2024'an de bi SÎHA'yê êrişî Şengalê kiribû. Bi vê êrişê nûçegîhanê Çira TV'yê Murad Mîrza Îbrahim jiyana xwe ji dest dabû. Bi vê êrişê xebatakara Çira TV'yê Mydia Hussen her wiha kedkar Khalaf Khdir jî birîndar bûbûn. 

Azadiya çapemeniyê yek ji stûna bingehîn a civakên demokratîk e. Ew ê tu zext, gefxwarin nikaribin rojnamegerên li ser şopa heqîqetê û rastiyê derdixin holê bêdeng bikin. Çapemeniya azad ewlehiya bingehîn a xwegihandina agahiyên rast a gel e. Lê belê her tim kedkarên çapemeniya azad ji ber vê helwesta xwe dibin hedef. Tê xwestin lawaz bibin. Lê belê tevî van zext û êrişana jî em ê tu carî dev ji reva li dû rastiyê bernedin. Ew ê hêza heqîqetê her mezin bibe. 

Pîşeya rojnamegeriyê civakan ronî dike û raya giştî agahdar dike. Ev bûyerên bi vî rengî yên qetilkirina hempîşeyên me nîşan dide ku rojnameger di bin şert û mercên çiqasî dijwar de peywira xwe tînin cih. Rojnameger Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî û Murad Mîrza Îbrahim, ji bo civak rastiyê hîn bibe bi awayekî fedakar xebitîn û li ser peywira xwe jiyana xwe ji dest dan. Em ê bîranîna wan bi pênûs û kamerayên xwe bidin jiyîn. 

Em bang li hemû saziyên navneteweyî dikin ku li dijî êrişan peywira xwe bi cih bînin. Ji bo kesên van êrişana li dijî rojnamegeran pêk tînin bê ceza nemînin em ê têkoşîna civakî û hiqûqî dewam dikin. Em vê yekê niha ji raya giştî re radigihînin. 

Em ji bo hevalên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em sersaxiyê ji bo malbatên hevalên me yên jiyana xwe ji dest dane û ji hemû hevalên ku ji bo kevneşopiya çapemeniya azad têdikoşin, dixwazin. 

Em li hember bîranîna Gulistan Tara, Hêro Bahadîn, Îsam Ebdullah, Necmeddin Feysel Hecî, Murad Mirza Îbrahim û Nagihan Akarselbi rêzdarî bejna xwe ditewînin."