MKG: Têkoşîna Evrîmê feyzê dide me

MKG’ê, bi boneya 14’emîn salvegera koça dawî ya rojnameger Evrîm Alataş daxuyaniyeke nivîskî weşand û wiha got: “Têkoşîna Evrîmê feyzê dide me, fikr û ramanên wê rê nîşanî me dide.”

Navenda Nûçeyan – Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi boneya 14’emîn salvegera wefata rojnameger Evrîm Alataş daxuyaniyeke nivsîkî weşand û wê bi bîr anî. MKG’ê, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku  rojnameger Evrîm Alataş dengê ramana azad, serhildêr û dengê pênûsa wêrek bû û wiha got: “14 sal ji ser koça dawî ya Evrîmê derbas bû. Em di 14'emîn koça dawî ya Evrîmê de wê bi rêzdarî û bi hesreteke mezin bi bîr tînin.”

‘Her tim bû parêzvana edalet, azadî û parêzvana mafê mirovan’

Bi domdarî MKG’ê wiha wiha got: “Evrîm, di 15'ê nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê navçeya Arganê ya Meletiyê ji dayik bû. Ew di jiyana xwe ya rojnemegerî û nivîskariyê de her tim bû parêzvana edalet, azadî û parêzvana mafê mirovan.

‘Têkoşîna wê ji bo me dibe feyzek’

Evrîma ku perwerdeya wê ji gundê wê dest pê kir û piştre li Stenbolê dewam kir û di sala 1994'an de gava ewil a rojnamegeriyê avêt. Di rojnameyên mîna Yenî Polîtîka, Demokrasî, Ozgur Bakiş û Ulkede Ozgur Gundemê de nûçegihantî kir. Piştre jî wekî edîtor karê xwe dewam kir. Di Evrensel, BîrGun û Ozgur Polîtîkayê de nivîskariya quncikê kir. Gotarên wê di Esmer, Bîrîkîm, Amargî, Siyahî û Tîrojê de hatin weşandin. Evrîmê di sala 2003'yan de li weşanxaneyên Aramê ‘Çîrokên Dabeşkirina Mayoz’ derxist. ‘Her Sîya Çiyan Dikeve Ser Behrê’ jî di 2009'an de ji Weşanên Îletîşîmê derxist. Evrîmê di pirtûkên xwe de bal kişandiye ser çîrokên trajîkomîk ên li Kurdistanê. Evrîmê di heman demê de senarîsta filmê ‘Min Dît” e. Evrîmê ji ber nexweşiya pençeşêrê, di 12'ê nîsana 2010'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da. Lê belê fikr û ramanên Evrîmê, nivîs û têkoşîna wê îro ji me re dibe feyzek mezin. Rê nîşanî me dide.

‘Em ê çûyina li du fikr û ramanê wê bidomînin’

Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), dîsa dibêjin ku em ê têkoşîn û mîrateya Evrîm Alataş ji bîr nekin. Em dîsa dibêjin wê ronahiya wê ya di rêya edalet û azadiyê de rê nîşanî me bide. Ev bû 14 sal Evrîmê ji nava me koç kiriye. Em di salvegera koça dawî ya Evrîmê de wê bi rêzdarî û bi hesreteke mezin bi bîr tînin. Em ê çûyina li du fikr û ramanê wê bidomînin.

‘Evrîm wê hertim di ramanên me de bijî’

Em dîsa Evrîmê bi rêzdarî bi bîr tînin û em balê dikşînin ser girîngiya bibîranîna wê, xwendina nivîsên wê û ramanên wê. Her çiqas Evrîm Alataş a ku pênûsa azadiyê û dengê edaletê ye ji nava me koç kiribe jî ew ê her tim ramanên wê di nava me de bijî.”