MKG: Demildest rojnamegeran berdin
MKG’ê di daxuyaniya xwe ya têkildarî binçavkirina rojnamegeran a di serdegirtinan de xwest demildeest ev mudaxaleya li dijî çapemeniyê azad bê dawî anîn.
Navenda Nûçeyan- Di çarçoveya lêpirsîna ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hatî destpêkirin, serê sibê polîsan bi ser gelek malan de girt û di encama serdegirtinan de 4 rojnameger hatin binçavkirin. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî êrişên li ser kedkarên çapemeniya azad daxuyaniya nivîskî weşand. MKG'ê di daxuyaniyê de da zanîn rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e û wiha got:"Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin."
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Binçavkirinên kedkarên çapemeniya azad divê demildest bi dawî bibe
Vê serê sibehê me bihîst ku li Stenbol û Enqereyê gelek rojnameger hatine binçavkirin. Ev binçavkirinên ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve hat destpêkirin û hîn hinceta wê bi raya giştî re nehatiye parvekirin, mudaxeleyeke li hember azadiya çapemeniyê ye û nayê qebûlkirin.
Rojnamegerî yek ji hêmana jêneger a civakên demokratîk e. Rojnameger dema peywira xwe ya agahdayina raya giştî tînin cih bi sepanên wiha kêfî rû bi rû dimînin, ev yek binpêkirina mafan a cidî ye û hemû civakan eleqeder dike. Ev binçavkirin ne tenê êrişeke li dijî rojnamegeran e di heman demê de êrişeke li dijî azadiya girtina nûçeyan a civakê ye.
Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bang li aliyên têkildar dikin ku ev zextên li dijî rojnamegeran bi dawî bikin û xwedî li azadiya çapemeniyê derkevin. Di heman demê de em bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û neteweyî dikin ku mafên rojnamegeran biparêzin û li dijî van sepanên kêfî derkevin. Em dîsa dibêjin bila rojnamegerên di bin çavan de demildest bên berdan. Rojnamegerî ne sûc e. Divê ev binçavkirin demildest bi dawî bibin.”