‘Mirinên li Xezayê encama polîtîkayên Îsraîlê ne’

Amnesty Internationalê destnîşan kir ku Îsraîl bi armanca têkbirina Filistîniyan a bi fîzîkî, serî li polîtîkayek bi zanabûn a birçîhiştinê dide.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Efûyê ya Navnetewî (Amnesty International) têkildarî polîtîkayên Îsraîlê li ser gelê Filistînê dide meşenadin  de daxuyaniyek parve kir. Amnesty di daxuyaniya xwe de diyar kir ku polîtîkayên ku Îsraîl ev 22 mehin li Xezayê bi rê ve dibe ‘perçeyeke komkujiyê ne’.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Birçîbûn û mirinên li Xezayê ne encameke tesadufî ya operasyonên leşkerî yên Îsraîlê ne, encamên plan û polîtîkayên bi zanebûnî ne. Îsraîl, şert û mercên jiyanê bi awayekî zanebûn li ser Filistîniyan ferz dike ku wan bi awayekî fîzîkî têk bibe.”

Amnesty da zanîn ku daneyên ji şahidan hatine wergirtin jî van yekan piştrast dikin. Rêxistinê polîtîkayên Îsraîlê weke ‘perçeyeke komkujiya li Xezeyê berdewam dike’ pênase kirin.

Îsraîlê beriya niha, îdîayên Amnesty International weke ‘derewên bêbingeh’ pênase kiribû. Navenda rêveberiya sivîl COGAT’ê jî ku girêdayî Wezareta Parastinê yê, di daxuyaniya xwe ya 12’yê Tebaxê de diyar kiribû li Xezayê pirsgirêka birçîbûnê tune ye û daxuyaniyên Hemasê yên têkildarî mirinên ji ber birçîbûnê red kiribûn.

Amnesty Internationalê di meha Nîsanê de jî bi ‘pêkanîna komkujiya di weşana zindî de’ ew (Îsraîlê) sûcdar kiribû.