Mirina bi gûman ya zarokê ku ji aliyê Îranê ve hatibû girtin û berdan!

Zarokên ku ji aliyê hikumeta Îranê ve tên îşkencekirin û piştre tên berdan, bi awayek bi gûman jiyana xwe ji dest didin. Herî dawî li Îlamê xebera mirina bi guman ya Muhammed Kamil Zandkhani yê 16 salî hat.

Navenda Nûçeyan – Ji aliyê hikumeta Îranê ve ji Îlona 2022’an heta niha nêzî 20 hezaran kes hatine binçavkirin û girtin. Gelek zarok jî di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyan hatin e. Weke tê zanîn ji aliyê polîs û leşkerên hikumeta Îranê ve di binçavan de îşkence, nêzîkatiyên dij mirovan, zext, êrîşên zayendî tên jiyan kirin. gelek hemwelatiyên Îran û Rojhilat piştî ku tên berdan di bin navê întaharê de bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest didin. Li bajarê Îlam ya Îranê Muhammed Kamil Zandkhani yê 16 salî yek ji wan ciwane ku di dema serhildanên Îranê de dû caran hatî girtin û berdan û bi awayek bi gûman jiyan xwe ji dest dayî ye.

Hat zanîn ku Muhammed Kamil Zandkhani did eam ku di bin çavan de rastî îşkenceya fîzîkî û derûnî hatiye, piştî ku hatî berdan sewqî nexweşxaneya Al Razi ya Îlanê kirinne, demekê li vê derê di komayê de mabû, hat aşkira kirin ku li ser bedenê wî nîşaneyên îşkenceyê ji aliyê bijîjkan ve hatibû raporkirin.

Ji 16’ê Îlona 2022’an vir ve, zêdetirî 70 zarok li kolanan ji aliyê polîs û leşkerên Îranê ve bi hedef girtine bi çekan hatin qetilkirin û gelek zarok jî hatin girtin. Hikûmeta Îranê heta niha hejmarek zêde zarokan di girtîgehên de li navendên binçavkirinê û girtîn de digre. Du zarokên Belûçistanê Mihemedî Rakhshani Azad û Rakhshani Azad ku di Cotmeha 2022’an de hatibûn girtin û tevî ku der barê wan de biryara bi kefalet berdane heye jî, tenê du navên ku tê zanîn hîna di girtîgehê de ne.