‘Mîrasa rojnamegeriya azad xebata li ser cewhera jinan e’

Rojnameger Şoxan Mîrza diyar kir ku divê rojnameger bûyerên têkildarî kuştina jinan baş lêkolîn bikin û bibin bersiv ji nêrînên paşverû yên der barê wan bûyeran de.

HÊRÛ ELÎ

Silêmanî – Daneyên kuştina jinan her diçe zêdetir dibin. Ji destpêka sala 2025’an ve heta meha Nîsanê, li başûrê Kurdistanê 19 jin hatin kuştin û 5 jinên din jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan. Rojnameger Şoxan Mîrza têkildarî kuştina jinan ji ajansa me re axivî.

‘Her diçe dane zêdetir dibin’

Şoxan Mîrza, behsa sedemên zêdebûna rêjeya kuştina jinan kir û da zanîn ku ji meha çileyê ve heta meha Nîsanê, 19 jin hatine kuştin û 5 jinan bi awayek bi guman jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Em dibînin niha di civakê de tundî ne tenê li hemberî jinan tê kirin, êdî tundî yan jî kuştina jinan bûye diyardeyek rojane. Em di medyaya dîjîtal de di qenalên televîzyonê de her roj bi nûçeyek kuştina kes an jî întihara kesek çavên xwe vedikin. Niha kuştin êdî ne tenê kuştina kesek e veguheriye komkujiyê. Mînak malbat tên kuştin, di nav de zarok û jin hene. Ev jî ji bo civakê gelek bi xeter e. Divê têgihîştina ku çima civaka me gihîştiye vê rewşê hebe. Êrîşên dagirkeriyê bênavber li ser xaka me didomin, dagirker me qetil dikin û dixwazin bi hemû awayan li me bidin û me tune bikin. Ji ber wê divê bi kûrahî civak were şiyarkirin û lêkolîn werin kirin, were zanîn ka ev pirsgirêk çavkaniya xwe ji çi digrin? Çima gihîştine vê astê ku mirov wisa rojane hev bikujin.”

‘Divê jin li hemberî feraseta mêrsalar têkoşîna xwe bi hêz bikin’

Şoxan Mîrza behsa biryara qedexekirina şopandina kuştina jinan ku bi nivîskî ji aliyê Wezareta Rewşînbîr û Ciwanên Herêma Kurdistanê ve ji hemû dezgehên ragihandinê hatiye xwestin ku êdî bûyerên kuştinê neşopînin û wiha got: “Di demên borî de li Başûrê Kurdistanê me dît ku kujerên jinan dihatin efûkirin, an jî bi riya silha eşîrê û dadgehê wan dozan digirtin. Li Başûrê Kurdistanê dema jin dihatin kuştin, li ser gorên wan tu nav tunebû. Ev jî nîşan dide ku desthilatdarî li wê herêmê piştî serhildanê kujeran efû dike.

Niha dadgeh ne yên civakê ne, dezgehên desthilatdariyê ne. Der barê neşopandina bûyerên kuştinan de nêrînên cuda hene. Hinek mijar û hinek kuştin nayên şopandin. Divê êdî civaka me lêkolînek der barê hemû jinên hatine kuştin de bike.”

‘Li dijî feraseta paşverû pêdivî bi têkoşîna bi hêz heye’

Şoxan Mîrza destnîşan kir ku rêxistinkirina jinan weke rola xwe dibînin û divê jin li dijî van kuştinan bisekinin û wiha domand: “Li dijî feraseta mêrsalar têkoşîna bi hêz divê. Bi taybetî rojnameger û kesên civakê ku rojane van nûçeyan dibînin divê şiyar bin. Dema em televîzyon û malperên dîjîtal vedikin, nûçeyên kuştina jinek dibînin û ji xwe dipirsin di civakê de çi diqewime? Divê qenalên ragihandinê mekanîzmayek diyar bi kar bînin ji bo bi bizanibin çawa nêzî dozên kuştinê bibin. Ji ber ku li Başûrê Kurdistanê gelek caran dezgehên ragihandinê li cihê dadgehan biryar didin. Dema ku bûyerên kuştinê dişopînin, bi pirsgirêkên civakê ve girê didin. Behsa feraseta ku dibe sedema kuştinê nakin. Ji ber wê girîng e ji bo şopandinê mekanîzmayek cuda û têgihîştin der barê rewşa Başûrê Kurdistanê de hebe.”

‘Etîka rojnamegeriyê gelek girîng in’

Şoxan Mîrza da zanîn ku etîka rojnamegeriyê girîng e, bi taybetî di warê pirsgirêkên civakî de û got: “Divê rojnameger bizanibin civaka wan ji çi pêk hatiye û çawa dikare nêzî hest û sozên xelkê bibin. Em dibînin di dema kuştina jinek de yekser jin tên sûcdarkirin û mijarên namûsê pê ve girê didin. Dibêjin ev jin e ji ber mijara namûsê hatiye kuştin. Bi vê jî civakê ber bi tundiyê ve dibin. Em dibînin di nava medyaya dîjîtal de dema jinek tê kuştin, dema li nêrînan temaşe bikin dibînin ev civak serkêşiyê ji tundiyê re dike. Sedema vê jî dezgehên ragihandinê ne.

Ji minareyên mizgeftan banga kuştina jinan dikin. Desthilatdarî li cihê ku hewl bide civakê perwerde bike, ji bo pûçkirina civakê hemû dem û dezgehan bi kar tîne. Di dozên jinan de dixwaze hêza civakê tune bike. Li başûrê Kurdistanê rêxistinên jinan lawaz in. Rast e hewldanên jinan û rêxistinan hene, hêza jinên Başûrê Kurdistanê ne kêm e lê belê serdegirtina bi riya rêxistin û partiyan heye. Ji ber wê divê bîrdoziya jinan a serbixwe hebe. Bi riya wê bîrdoziyê divê bikaribin xwe bi rêxistin bikin. Her wiha bi riya nasîna xwe bikaribin riyên çareseriyê ji bo pirsgirêkan bibînin û têgihiştinek baş di civakê de ji bo pirsgirêka jinan ava bikin.”

‘Rol û rista rojnamegerên azad ew e ku xebatên xwe baştir bikin’

Şoxan Mîrza di dawiya xaftina xwe de wiha got: “Fikrên rojnamegerên azad xwe li ser cewherê jinan bi pêş dixin. Her wiha mîrasa rojnamegeriya azad ew e ku li ser rola cewherî ya jinan kar bike. Li Başûrê Kurdistanê dezgehên ragihandina azad dikaribûne heta asteke baş nêzî jinan bibin û roleke erênî bilîzin. Civaka Başûrê Kurdistanê ji bo vê yekê her dem hewl dide. Tevî kêm û kurtasiyan jî divê em zêdetir jinan nas bikin û nêzî wan bibin, bikaribin bi zimanê civakê der barê pirsgirêka jinan de guftûgu bikin. Mîrasa civaka başûrê Kurdistan mîrasek li ser berxwedana jinan e. Dema pêşkêşiyekê dikin divê dezgehên ragihandina azad û rojnameger kar li ser wê mîrasê bikin. Kar û xebatên bi hev re û rêxistinkirina jinan girîng e. Ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan û guherîna civakê, di aliyê siyasî, civakî û aborî de peywir dikeve ser me hemûyan.”