Mihricana 9’emîn a zarokan bi dawî bû

Bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn di bin dirûşmeya “Bi rihê zarokên şoreşê, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin” 9’emîn Mihricana Zarokan di roja xwe ya duyemîn bi dawî bû.

Hesekê- Bi dirûşmeya "Bi rihê zarokên şoreşê, em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin" bi pêşengiya Tevgera Hîlala Zêrîn Mîhrîcana 9’emîn a Zarokan duh li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê des pê kir. Mihrican bi beşdariya 28 komên şano, govend û stranan hat li dar xistin. Di roja yekemîn de bi pêşkêşkirina 10 komên Stran, Şano û Govendê berdewam kir.

Îro jî bernameya mihricanê ya roja duyem bi pêşkêşkirina 18 komên ên Stran, Şano û govendê berdewam dike.

Mihrican bi xelatkirina hemû navendên beşdarî mihricanê bûn Hilala Zêrîn,  Desteya Çandê ,Navendên Çandê ya Xabûr, Til Temir, Hol, Dirbêsiyê kampa Serêkaniyê , Waşokanî, Tiwêna, Til Bereb, navenda Qerebaş a Aşûriyan û Navenda Serdem  bi dawî bû.