Mia Sato: Li Îranê hê jî jin bi zexta hîcabê re rû bi rû ne
Raportora Taybet a Rewşa Mafên Mirovan a Îranê ya Neteweyên Yekbûyî Mia Sato ragihand ku piştî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ rewşa jinan li Îranê di aliyê mafên mirovan de xirabtir bûye.
Navenda Nûçeyan – Raportora Taybet a Rewşa Mafên Mirovan a Îranê ya Neteweyên Yekbûyî Mia Sato têkildarî rewşa jinan a li Îranê, raporek pêşkêşî Komîteya Mafên Mirovan li Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî kir. Mia Sato ragihand ku piştî xwepêşandanên şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ rewşa jinan li Îranê di aliyê mafên mirovan de xirabtir bûye û got ku jin tên girtin, di bin zagona hîcabê bi zorê bi îşkenceyan re rû bi rû tên.
‘Divê Îran girîngî bide mafên jinan û zarokên keç’
Mia Sato daxwaz ji Îranê kir ku girîngî bide mafên jinan û zarokên keç, mercên tendirsutiyê ji bo girtiyan ava bike û parêzvan û çalakvanên mafên mirovan azad bike û wiha got: “Ez amade me ji bo nirxandin û çarserkirina mafên mirovan, bi Îranê re guftûgo bikim. Ez rola xwe weke dijberî nabînim, weke şarazayeke serbixwe dibînim. Ez dikarim di warê bihêzkirina parastina mafên mirovan de alîkariyê bidim Îranê.”