Mexribê Plana Çalakiyê ya Jin, Aştî û Ewlekariyê da destpêkirin
Mexribê Plana Çalakiyê ya Jin, Aştî û Ewlekariyê ku armanca wê pêşxistina wekheviya zayendî û tevlîkirina jinan di cihên biryardanê de ye da despêkirin.
Mexrib – Mexribê Plana Çalakiyê ya Jin, Aştî û Ewlekariyê ku armanca wê pêşxistina wekheviya zayendî û tevlîkirina jinan di cihên biryardanê de ye da despêkirin. Radestkirina fermî ya yekem plana çalakiya neteweyî li Mexribê, di cîbicîkirina biryara Encumena Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî ya 1325’an de ku di encama şêwirdariyên zêdetirî sê salan dom kir ye. Pêşkêşkirina vê planê wek îfadeyeke berbiçav a pabendbûna Mexribê ya ji bo wekheviya zayendî û baweriya wê ya rojeva jin, aştî û ewlehiyê hêmanek bingehîn e ji bo parastina aştî û ewlehiya navneteweyî.
Biryara 1325’an li ser Jin, Aştî û Ewlekariyê di 31'ê Cotmeha 2000'an de bi yek dengî ji aliyê Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin û tê de daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û hemû dewletên endam tê kirin ku li hember bandora "bêhevsengî" ya şerên çekdarî yên li ser jinan bisekinin.
Hêjayî gotinê ye ku Mexrib bû yek ji welatên yekem ên Afrîkaya Bakur ku Plansaziya Çalakiyê li ser Jin, Aştî û Ewlehiyê pêşkêş kir.