Mexdûrên nedîtî yên pandemiyê: Zarok
Ji ber pandemiya Kovîd-19 li 23 welatan 405 milyon dibistanên xwendekaran li hinek deran bi qismî hinek deran jî hê jî bi tevahî girtî ne.
Navenda Nûçeyan- Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) ragihand ku ji ber pandemiyê li 23 welatan 405 milyon dibistanên xwendekaran hê bi qismî yan jî bi tevahî girtî ne. UNICEF diyar dike ku 147 milyon zarok nikarin herî kêm nîvê tevli dersên rûbirû bibin. Bi taybetî jî zarokên keç nikarin vegerin dibistanên xwe.
Dîrektora giştî ya UNICEF’ê Catherine Russell bi gotina "zarok mexdûrên veşartî yên pandemiyê ne" balê dikşîne ku zarok li malên xwe hatine hepskirin û di heman demê de bi tundî û destdirêjiyê tenê hatine hiştin. Her çend zarok kêm ji nîşaneyên nexweşiyê bi bandor bûbin jî jiyana wan serûbin bûye.
Dibistan hê jî girtî ne
Ji Adara 2020’an vir ve li 150 welatan dibistan bi tevahî û li 10 welatan bi qismî hatine girtin. Piştî du salan, li 19 welatan dibistan hê jî bi qismî girtî ne. Li Fîlîpîn, Honduras û Giravên Solomon ên Okyanûs ên Başûr û Vanuatuyê herî kêm ji sedî 70 dibistanan girtî ne û UNICEF’ê ev wekî girtina tevahî pênase dike.
Rêxistin banga alîkariyê dike
UNICEF’ê her wiha destnîşan kir ku beriya pandemiyê, welatên Afrîkaya bin Sahrayê asta xwendin, nivîsandin û birkariyê kêm bûye. Li Ugandayê ne tenê ji ber pandemiyê di heman demê de ji ber karesata lehiyê jî di vekirina dibistanan de pirsgirêk hatin jiyîn. Dema li Ugandayê dibistan vebûn ji her 10 zarokan yek venegeriyan dibistanê. Lehiyê zirar da gelek dibistanan.
UNICEF, ji bo pêşîlêgirtina zincîra wêranker, banga veberhênana zêdetir kir.