‘Metirsiya sîstema netewe dewletê ji rêxistinbûna jinan heye’

Hevseroka TEV-DEM’ê Remziya Mihemed anî ziman ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê modeleke rêxistinî û civakî ya nû ava kirine û got: “Sîstema netewe dewletê ji rêxistinbûna jinan ditirse.”

NEXEM ÇAÇAN

Qamişlo – Di dilê şer, zehmetî û veguherînên ku li Sûriyeyê diqewimin de, tecrubeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wekî yek ji fêkiyên herî berbiçav ên salên şoreşê derket pêş. Jin dikaribûn salên ku ji her tiştî bêpar bûn li pey xwe bihêlin û modeleke rêxistinî û civakî ya yekgirtî ava bikin. Her wiha hebûna jinan wekî hevkarên bingehîn di biryardayîn û rêveberiya civakê de hat sazkirin û rola wan ji pozîsyoneke qels veguherî hêzeke çalak.

Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Remziya Mihemed ji ajansa me re behsa modela rêxistinbûna jinan a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

Remziya Mihemed bal kişand ser girîngiya rêxistinbûna jinan û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji dema damezirandina Tevgera Azadiya Kurdistanê ve heta roja îro, têkoşîna jinan li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê bi giştî berdewam dike. Jinên ku rêxistinkirî bin wê bikaribin xwe biparêzin, kesayeta xwe bi pêş bixin, zanistê ji bo xwe û civaka xwe ava bikin û li tevahî qadên jiyanê hebûna xwe diyar bikin.”

‘Di sîstema hevserokatiyê de jin bûn xwedî biryar’

Remziya Mihemed diyar kir ku Rêxistina Kongra Star ji bo tevahî jinan gaveke pir mezin bûye û wiha domand: “Rêveberiya Xweser gelek derfet ji bo jinên ku dixwazin xwe bi pêş bixin û hebûna xwe îsbat bikin, ava kir. Yek ji wan derfetan jî ‘Sîstema Hevserokatiyê’ bû ku tê de jin bûn xwedî biryar û hebûna xwe ji cîhanê re îsbat kirin. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê şansek bû jinan xwe bi rêxistin kir û mafên xwe misoger kirin. Rêxistina Kongra Star bû cihê hêz, rêxistin, bawerî û gavavêtina yekemîn ji bo tevahî jinên Rojava û Sûriyeyê.”

‘Rejîma Baasê her dem êrîşî jinan dikir’

Remziya Mihemed da zanîn ku bedêlên vê rêxistinbûyînê pir giran bûne û wiha pê de çû: “Pêwîstî bi rêxistinbûna jinan hebû, jinan bedêlên pir giranbiha ji bo vê yekê dan. Rejîma Baasê ya desthilatdar, her dem êrîşî jinên têkoşer û rêxistinkirî dikir. Rejîmê wan davêt zindanan lê belê tu carî nikaribû hêza jinên rêxistinkirî bişkîne. Piştî ku jin ji zindanê derdiketin jî careke din têkoşîna xwe berdewam dikirin. Sîstema netew dewletê ji rêxistinbûna jinan ditirse ji lewre bi berdewamî êrîşî wan dike.”

‘Heta vê kêliyê têkoşîna jinan berdewam dike’

Remziya Mihemed destnîşan kir ku hişmendiya desthilatdar jinan di hemû qadan de qebûl nake û wiha bi lêv kir: “Heta vê kêliyê têkoşîna me berdewam dike. Sîstemên desthilatdar jinan li ber çavan nagirin û naxwazin jin bixebitin. Her wiha mafên jinan di destûra Sûriyeyê de misoger nekiriye. Di sîstemên wiha de nabe ku jin di qadên siyaset û biryardayînê de cih bigrin; ji ber ku ew sîstemeke olperest dimeşînin û tenê malê cihê jinan dibînin.”

‘Jin xwedî hêz hebûn û îrade ne’

Remziya Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinên Sûriyeyê kir ku têkoşîna xwe xurttir bikin û wiha got: “Jinên ku li malê zarokên xwe bi exlaqekî baş perwerde dikin, helbet wê di qadên siyaset û rêveberiyê de jî karekî serkeftî bikin. Sîstema desthilatdar dixwaze careke din pêşî li jinan bigre wan tune bike. Lê belê jin xwedî hêz, hebûn û îrade ne dikarin li hemberî van sîstemên hişk têkoşîna xwe berdewam bikin. Ji ber van kiryar û zihniyeta heyî, xetereyeke mezin li ser rêxistinbûna jinan heye. Pêwîst e tevahî jinên cîhanê bi helwestek li hemberî vê siyaseta hişk îradeya xwe diyar bikin.”