“Meşa Rêzgirtina ji îradeyê re” di roja 7’an de didome

“Meşa Rêzgirtina ji îradeyê re” di roja 7’emîn de berdewam dike. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir diyar kir ku meş beyana îradeyê ye û got: “Meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye.”

Navenda Nûçeyan – “Meşa Rêzgirtina ji îradeyê re” ku li dijî tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye hat destpêkirin; di roja 7’an de berdewam dike. 350 kesên ku Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî di nav de ne, bi şev li navçeya Elbaka Wanê man. Meşvanên di saetên serê sibehê de hatin ba hev, ji navenda navçeyê ber bi Colemêrgê ve bi rê ketin. Meşvanên ku ber bi navenda navçeyê ve ketin rê piştî 4 kîlometre rê meşiyan daxuyaniya çapemeniyê dan.

‘Bêdeng nemînin’

Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû anî ziman ku tevî hemû astengî û zehmetiyan, meşa xwe didomînin. Mertoglû, da zanîn ku  polîtîkaya zilmê ya desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî gelê Kurd û gelan dike heye û wiha got: “Sê serdem in mafê bijartin û hilbijartinê yê gelê Kurd hatiye xespkirin. Desthilatdarî ji bo mayîndebûna xwe destûrê nade gelê Kurd xwe bi rê ve bibe û şaredarên xwe hilbijêre. Qeyûm li Kurdistanê encama neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Hemû raya giştî, şoreşger û muxalefeta bûrjûva jî di nav de hemû kesên ji vê rewşê aciz in divê li dijî vê bêdeng nemînin. Heke em li dijî vê yekê bêdeng bimînin jin dê li malan bên hebskirin, karker dê bêkar bimînin û xweza dê bê talankirin.” 

Feray Mertoglû, destnîşan kir ku divê xwedî li meşê were derketin û got: “Ev di heman demê de meşa azadiya jinan e, meşeke li dijî pêkanînên demokratîk e. 22 sal in tu pêkanînên ku li dijî mirovan nekirin neman. Em dixwazin her kes li dijî vê neheqî û bêhiqûqiyê dengê xwe derxe. Em spasiyên xwe pêşkeşî hemû kesên ku di meşê de bi me re ne, deriyên malên xwe vekirin û piştgirî dane me dikin.”

‘Ev meşa îradeyê ye’

Piştî axaftinê meşvanan ber bi sînorê Colemêrgê ve meşa xwe domandin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir têkildarî armanca meşê hinek nirxandinan kir. Keskîn Bayindir ev tişt got:

“Ev meş li dijî dagirkirina Kurdistanê ye. Ev meş li Kurdistan û Tirkiyeyê bû denê wijdanê mirovan. Li dijî îradeya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin lê belê em ji îradeya xwe û gelê xwe bawer dikin. Em ê vê xespa li dijî îradeyê têk bibin. Ji bo vê yekê pêk bînin jî îradeya me mezin e. Gelê me li ser piyan e û vê sepanê qebûl nake. Ev meş ji hêla diyarkirina îradeyê ve gelek girîng e. Divê gelê me bi her awayî piştgiriyê bide vê meşê û xwedî lê derbikeve. Ji bo AKP-MHP’ê têk bibe, li vê derê mirovên 80 salî jî hene. Ev meş hêvî û hêza têkbirina desthilatdariyê dide hemû gelan. Gelê Kurd li ku derê be bila bibe divê li dijî xespkirina îradeyê rabe ser piyan. Divê em vê feraseta qeyûm têk bibin.”

‘Berxwedana me wê berdewam bike’

Keskîn Bayindir bal kişand ku tayînkirina qeyûm û xespkirina îradeyê têkildarî pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê dixwaze pirsgirêka Kurd bi çek û şer çareser bike. Qeyûm jî perçeyekî vê polîtîkayê ye. Çavkaniya van hemû pirsgirêkan jî pirsgirêka Kurd û tecrîcda li dijî birêz Ocalan e. Ev karwan ji bo ku rêbazên çareserkirina pirsgirêka Kurd, bi riyên demokratîk û îradeya gelê Kurd pêk were dimeşe. Em bawer in ku dê ev meş were temamkirin. Heya em encamek bigrin em ê meşa xwe bidomînin. Têkoşîna heya ku feraseta Erdogan û Bahçelî li Colemêrgê têk dibe dê bidome.”