‘Meşa Mezin a Azadiyê’ di roja 6’an de bi biryardarî didome

"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji du baskên Wan û Qersê hat destpêkirin, li Erzirum û Silopyayê di roja xwe ya 6’an de berdewam dike. Meşvanan diyar kirin ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fizîkî azad nebe wê meşa azadiyê bidome.

Navenda Nûçeyan - Meşa mezin a azadiyê ku di 1'ê Sibatê de ji aliyê du baskên Wan û Qersê ve bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hatibû destpêkirin, di roja 6'an de bi biryardariyeke mezin tevî hewaya sar û berfa dibare bi biryardariyek mezin didome û meşvanên azadiyê di salvegera erdheja 6’ê sibatê de kesên ku di erdhejê de jiyana xwe dest dabûn, bi bîr anîn.

Baskê Qersê yê meşa mezin a azadiyê di saetên serê sibehê de ji Kopa Mûşê bi rê ketibûn, gihîşt navçeya Qereçobanê ya Erziromê û ji aliyê rûniştvanên navçeyê ve hatin pêşwazîkirin.

Meşvanên azadiyê ji ber salvegera erdheja 6’ê Sibatê li navenda navçeyê tevî gel bêdeng meşiyan. Meşvanan qurdeleyên reş bi bestika xwe ve kirin û li navenda navçeyê daxuyaniyek dan. Hevserokê MEBYA-DER’ê yê Mêrdînê Salih Kûday kesên ku di erdhejên 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi bîr anîn û dest bi axaftina xwe kir.

‘Ya hilweşiyayî desthiladarî ye’

Salih Kuday di axaftina xwe de wiha got: “Hêvî dikim em rojên wiha careke din nebînin. Ez jî li Semsûrê bûm. Ji ber ku kel û pelên pêwîst tune bûn, em nikaribûn alîkariya wan kesên ku di bin kavilan de mane bikin. Desthilatdariyê derfetek tenê jî seferber nekir. Ger mudaxeleya pêwîst bihata kirin, evqas kesan jiyana xwe ji dest nedida. Ji ber ranta desthilatdariyê avahî hilweşiyan. Desthilatdarî di bin kavilan de ma. Ya ku hilweşiya desthilatdarî bû.”

‘Heta Azadiya birêz Ocalan em ê bimeşin’

Salih Kuday di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana aboriyê ya kûr dibe û wiha got: “Sedema vê yekê jî polîtikayên şer in. Polîtîkayên şer ji tecrîdê ne cuda ne. Ev zêdeyî 35 mehan e ku xeber ji birêz Abdulah Ocalan nayê girtin. Birêz Ocalan gotibû ez dikarim di nava hefteyekê de vê pirsgirêkê çareser bikim. Meşa me ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan e. Heta ku birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe ya fizîkî, ev meş wê berdewam bike. Ez spasiya gelê navçeyê dikim, tevî ku hewa 6 pile di bin sifrê de bû jî bi germahî em pêşwazî kirin.”

Piştî daxuyaniyê meşvanên azadiyê çûn rêxistina navçeyê ya DEM Partiyê.

Li Silopyayê Dayikên Aştiyê bi kulîlkan meşvan pêşwazî kirin

Baskê meşa mezin a azadiyê ya Wanê piştî gihîşt Şirnexê îro jî berê xwe da Silopiyê. Li Silopiyê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hatin pêşwazîkirin.

Meşvanan ji bo salvegera erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wan Mereş bû, qurdeleyên reş bi pêşmalkên xwe ve kirin. Dayikên Aştiyê bi kulîlkan meşvanan pêşwazî kirin.

Meşvanan, dayikan yek bi yek hembêz kirin û piştre bi hev re ber bi kolana 2’emîn a navenda navçeyê ve meşiyan. Meşê heta Rêxistina DEM Partiyê ya  Navçeya Silopiyê berdewam kir. Kesên li ser riyan jî bi çepik û nîşaneyên serkeftinê xwedî li meşê derketin. Her wiha di meşê de dayikan gelek caran kilam gotin.

‘Em zarokên Dayika Taybet in’

Piştre li ber avahiya partiyê ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Onur Duşunmez salvegera erdhejê bi bîr xist û got: “Li bajarên erdhejê 3 rojan dewlet tunebû. Yên ku polîtîkayên qayûmê bi cih kirine, qayûm tayînê navenda me ya piştevaniyê jî kirin. Yên aştî, wekhevî û çareseriyê li van xakan dixwazin, divê destekê bidin me."

Onur Duşunmez, anî ziman ku 25 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava tecrîdê de ye û got: “Ev 35 meh in em tu agahî jê nagirin. Ji ber vê yekê em dimeşin. Em mafdar in û em ê bi ser bikevin. Em ê teqez bi ser bikevin. Em zarokên Dayika Taybet in. Em hevriyên Sêvêyan in. Em ê azadiya birêz Ocalan misoger bikin û azadî dê were van xakan.”

‘Em ê teqez bi ser bikevin’

Dayika Sêvê Demîr a ku di dema êrîşên qirkirinê yên li Silopiyayê de hat qetilkirin Sakîne Demîr axivî û wiha got: "Ez vê meşa azadiyê, aştiyê, yekitiyê ya ji bo girtîgehan û rêbertî pîroz dikim. Em ê teqez bi ser bikevin.” Sakîne Demîr ji dayikên Tirk xwest beşdarî meşê bibin û got: “Diviyabû îro ew jî bi me re bimeşiyana. Diviyabû dayikên polîs, leşker û cerdevanan bi me re bûna. Dilê me çiqas dişewite, dilê dayikên leşkeran jî ewqas dişewite. Ev meş di heman demê de meşa wan e. Bila ji meşa azadiyê netirsin. Bila ev tecrîd rabe. Bila cenaze ji girtîgehan dernekevin. Bila Rêber Apo azad bibe.”

Sakîne Demîr, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd banga diyalogê kir û got: “Xwîn bi xwînê nayê paqijkirin. Xwîn bi avê tê paqijkirin. Em aştiyê dixwazin. Ev meş ji bo aştî were van xakan pêk tê. Keça min şehîd bû, ez naxwazim zarokên kesên din jiyana xwe ji dest bidin. Bila deriyê Îmraliyê bê vekirin, tecrîd bê rakirin û li ser maseyê rûnin.”

Namzedên hevşaredariyê yên Silopiyê yên DEM Partiyê Jiyan Ormanlî û Rênas Nadîr Onuk jî gel silav kirin û diyar kirin ku bi meşê re wê dawî li tecrîdê were anîn.

Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê laçikên spî ku sembola aştiyê ne li stûyê meşvanan pêçan. Li aliyê din, lepik û stûmalên ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêsandibûn radestî meşvanan kirin.

Daxuyanî bi dirûşma "Bijî berxwadana zindanan" bi dawî bû.