Meşa jinan di roja duyemîn de ye: Îmraliyê silav kirin

Jinên ku bi dirûşmeya "Em bi hêviyê ber bi azadiyê ve dimeşin" ber bi Enqerê ve dimeşin, di rêya azadiyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiya û rêxistin kir de, silav ji Îmraliyê re şandin.

Navenda Nûçeyan – Meşa ku Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji Amedê ber bi Enqereyê bi dirûşma “Em bi hêvî ber bi azadiyê ve dimeşin” da destpêkirin, di roja duyemîn de didome.

Jinên ku gihiştin Curnê Reş, çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre, di rêya Belê de ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dema li Curnê Reş xebat dimeşand navê “Rêya Azadiyê” lê kiribû, meşek li dar xist. Jinên ku pêşmalkên xwe li xwe kirin, bi dirûşme, stran, tilîlî û çepikan re meşiyan.

‘Jinên Kurd, jinên ciwan ên Kurd dê vê têkoşînê bidomînin’

Jinan çûn serdana gorên kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane. Di serdanê de rêz hate girtin û dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre jî aktîvîsta TJA’yê Fatma Ablay di serî de hemû kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Fatma Ablay, diyar kir ku ew ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin û got: “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dê bibe azadiya jinan û azadiya civakê. Divê komîsyon bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Li Kurdistanê bedelên giran hatin dayin û minetdarên wan kesan in ku ev bedel dane. Jinên Kurd, jinên ciwan ên Kurd dê vê têkoşînê bidomînin. Em hemû hevalên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”

‘Em ji Curnê Reş silavên germ ji Îmraliyê re dişînin’

Piştre jin, derbasî Kolana Rêya Azadiyê bûn. Aktîvîsta TJA’yê Adalet Çîmen Fîdan piştre daxuyanî da û got ku meşeke hestiyar bû û got: “Ji ber ku em wateya vê rêyê dizanin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 47 sal berê tevî hevalên xwe li vir meşiyabûn û gel rêxistin kiribûn. Rêyek danî pêşiya xwe û hevalên xwe. Bi hezaran kes hatin qetilkirin, bi hezaran kes hatin girtin lê ev têkoşîn dîsa jî domiya û roj bi roj mezin bû. Azadiya Rêberê Gelê kurd azadiya jinan, û gelan e. Ji 27’ê roja Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev pêvajoye daye destpêkirin heta niha em jin dibêjin ku dê em ê vê pêvajoyê li xwe bigirin. Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla fîzîkî ve azad bibe. Rêberê Gelê Kurd dikare vê pêvajoyê birêve bibe. Em silavên xwe yên germ ji Îmraliyê re dişînin. Meşa me ya ji paytexta Kurdistanê ber bi paytexta Tirkiyeyê ve dê bidome. Em ji Curnê Reş silavên germ ji Îmraliyê re dişînin.”

Daxuyanî bi dirûşman bi dawî bû û meşvan ber bi Xelfetiyê ve bi rê ketin.