Meşa ciwanên Bakur û Rojhialtê Sûriyeyê di roja xwe ya duyemîn de didome

Meşa dirêj a ciwanên bakur û Rojhialtê Sûriyeyê ku di 30’ê Gulanê de li bajarê Qamişloyê hatibû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de dê ji bavçeya Tirbespiyê heya Girkê Legê berdewam bike.

Qamişlo- Meşa dirêj a ku Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger di 30’ê Gulanê de li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Kurdistanê û xiyaneta PDK’ê ji bajarê Qamişloyê heya navçeya Tirbespiyê dabû destpêkirin, îro di roja xwe ya duyemîn de didome. Meş di roja xwe ya duyemîn de ji Navçeya Tirbespiyê heya Girkê Legê bi coş û heyecaneke mezin didome. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dê ev çalakî 3 rojan bidome.

“Dewleta tirk nikare me tune bike, çalakiyên me dê berdewam bikin”

Şîlan Misto ji bajarê Kobanê ye berê xwe daye Tirbespiyê ji bo ku beşdarî meşa dirêj bibe, wiha helwesta xwe nîşan dide: “Me wekî Yekitiya Jinên Ciwan û tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke dirêj ji duh ve li dar xistiye ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî vê çalakiyê bûne. Dewleta tirk rojane êrîşê herêmên Rojava û aliyên din ên Kurdistanê dike. Hewl dide îradeya gel bişkîne. Em bi riya vê meşê dixwazina peyamek bidin dewleta tirk û jê re bibêjin ku tu car nikare îradeya ciwanan û gelê Kurd bişkîne. Em wekî ciwan xwedî maf in, em ê dev ji mafên xwe bernedin. Dê her dem çalakiyên me berdewam bikin çi bi riya semîner, meş û çi çalakiyên bi rengên cudatir. Melşa me jî bi moral e û hemû bi stran û dîlanê dibuhure. Ji ber ku heya di şer de jî em dîlanê digirin û moralê me nakeve.”

Meş wê sibe ji Girkê Legê dest pê bike û li bajarê Dêrikê bi dawî bibe.