Meşa ciwanan ji aliyê PDK’ê ve hate astengkirin
Meşa ciwanên Başûrê Kurdistanê ya li dijî êrîşên dagirkeriya xaka Başûrê Kurdistanê ji Koye hat desptkêkirin dema giha Dêgele, çekdarên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Seytereya Dêgele rê li ciwanan girtin.
Navenda Nuçeyan- Bi pêşengtiya Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê îro gelek ciwanan ji navçeya Koyeyê ya Hewlêrê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk berbi Behdînan ve dest bi meşê kirin. armanca vê meşê şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk yên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û piştgiriya berxwedaniya li çiyayên Kurdistanê ye.
Meşa ciwanan li nuqteya kontorlê ya Hêzên PDK’ê ya Dêgele ku dikeve navbera Koyê û Hewlêrê de hate rawestandin. Ciwanin ji wêderê daxuyaniya çapemeniyê dan û bi dan zanîn ku ji hemû deman zêdetir niha pêwîste gelê Kurd hemû yekbin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi sekinin.