Di meşê de bi erbaneyan azadiyê diqîrin

Meşa ‘rêzgirtina ji îradeyê’ re ku ji Wanê ber bi Colemêrgê ve didome, ket roja xwe ya 7’an. Jinên ku bi erbaneyên xwe tevli meşê bûne bi gotinên; “Dê qeyûm biçin, jin û gel bimînin” biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê anîn ziman.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Wan – Meşa bi navê ‘rêzgirtina ji îradeyê re’ ku ji ber di 3’yê Hezîranê de qeyûm avêtin ser Şaredariya Colemêrgê dest pê kir; di roja 7’an de didome. Meşa ku 30’yê Hezîranê ji Stenbolê dest pê kir, dê 8’ê Temûzê li navenda bajarê Colemêrgê bi dawî bibe. Meşvanên ku di bin germahiyê de bi moraleke mezin bi dehan kîlometreyan dimeşin, ji aliyê şêniyên cihên ku jê derbas dibin ve rastî eleqeyek mezin tên. Heyeta ku bi dirûşman dimeşe her dem stranan dibêje, du jinên ciwan ên ji Mersîn û Sêrtê tevli bûne jî bi erbaneyên xwe dibin dengê meşê.

‘Dê pergala mêr bi têkoşîna jinan têk biçe’

Herdu jinên ku bi erbane û stranên xwe rîtmê didin meşê, bi biryar in ku heta Colemêrgê bi heman tempoyê berdewam bikin. Esra Demîr a ku bi erbaneya di destên xwe de ji Mersînê ketiye rê, diyar dike ku tevî nexweşiya xwe jî bi hêza ku ji mafdariyê digre tevli meşê bûye. Esra Demîr got ku ji ber mafên wan hatine desteserkirin ketine riyan û bi stranên ku ji çiya û keviran re dibêjin, gavên xwe davêjin û wiha didomîne:

“Ji bo em mafên xwe yên meşrû biparêzin em hatine vê derê. Mafên me yên ku me bi dengê xwe bi dest xistine, desteser dikin. Ên ku bi hilbijartinê qezenc kirin digrin davêjin zindanan, qeyûm davêjin cihê wan. Îradeya gel a ku bi hilbijartinê bi ser ket tune dihesibînin. Li dijî vê yekê em jî mafê xwe yê meşrû, mafê çalakiyê bi kar tînin. Pirsgirêkên min ên tendirurstiyê hene lê ji ber mafdariyê ez bi hêz im. Ev hêz her roja diçe zêdetir dibe. Ji bo me ya esas ew e em qeyûman bişînin. Zihniyeta mêr a 5 hezar salan bi qeyûman eşkere dibe. Hewl didin vê zihniyetê bi qeyûm meşrû bikin lê têkoşîna jinan, vê pergalê napejirîne û dê nepejirîne jî. Dê qeyûm biçin, jin û gel werin. Em bi vê baweriyê îro derketina riyan.”

‘Erbane dibe qêrîna me ya ji bo azadiyê’

Esra Demîr bi erbaneya di destên xwe de axaftina xwe didomîne û wiha dibêje: “Erbane dengê qêrîna ji bo azadiyê ye. Ez jî jineke ku bûye şahida zilmê, bi qêrîna xwe li vê derê me. Em bi stranên xwe ber bi Colemêrgê ve diçin. Erbane di vê meşê de ji bo min bûye rêheval. Stran û dirûşmên me digihîjin çiyayan û careke din li me vedigerin. Bi sedan kes bi hev re stranan dibêjin. Ev bextewariyeke bê pênase ye. Min ji bo vê erbaneya xwe girt. Hinek kesan gotin dê bibe bar lê deng da meşê û hêsan kir rêwîtiya me. Bi erbaneyê em rîtma berxwedan û têkoşînê bi hev re digrin.”

‘Vê meşê bû derfet ku em dengê xwe derxin’

Stêra Yorulmaz a ku ji Sêrtê hatiye jî bal kişand ku di meşê de ew gavên ji bo pêvajoyê davêjin û di her gavê de daxwaza ji bo aştiya civakî tînin ziman. Stêra Yorulmaz anî ziman ku di meşê de ji gel hêzê girtine û heta ku dengê wan derkeve ew ê daxwazên xwe yên mafdar bînin ziman û wiha domand:

“Ev meş dê bibe ya azadî û serkeftinê. Em ê qeyûman ji Kurdistanê bişînin. Riya me vekiriye û em pir bi moral in. Em hêza xwe ji ciwanî û heyecana xwe digrin. Bi felsefeya jin jiyan azadî em dimeşin û moraleke pir cuda ji vê meşê digrin. Stranên ku em dibêjin rêhevalên me bi kelecan dike. Em her deqe û her kêlî stranan dibêjin bi wê yekê enerjiya me hemûyan bilind dibe. Em di pêvajoyên pir zor de derbas dibin. Hem di warê civakî de hem li dijî jinan tecrîdeke mezin heye. Em ê di vê pêvajoya giran de bêdeng nemînin û li ber xwe bidin. Bi saya vê meşê me dengê xwe derxist. Çi ji destên me were em ê bikin. Dê deng û stranên me her dem bilind bibin. Dê dirûşmên me li gelî, çiya û riyan bi rolan olan bidin. Bi her gava xwe re em ê şopên têkoşînê bihêlin.”