Meral Daniş Beştaş: Çareserî şikandina tecrîda li Îmraliyê ye

Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di kongreya MEBYA-DER’a Êlihê de axivî û diyar kir ku êrişên li ser gelên Rojhilata Navîn, tecrîda li ser Abdullah Ocalan ne cude nîn e û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê pêkan e.”

Navenda Nûçeyan- Komeleya Yekitî, Çand, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) li Êlihê 2’yemîn kongreya xwe ya awarte li dar xist. Kongre li tesîstek taybet a li taxa Pazaryeriyê pêk hat.

Banga yekitiyê

Aktivîsta TJA’yê Fatma Ablay di kongreya ku gelek kes beşdar bûn de axivî û bang li hemû jinan kir ku li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdisatnê tên meşandin bibin yek û got: “Divê di her şert û mercî de em têkoşînê bilind bikin.” Fatma Ablay da zanîn ku di vê çarçoveyê de di salên dawî de jinên rojnamevan dibin hedef û tên qetilkirin û got ku ev rewş ne tesadufî ye.

‘Em li ser xaka xwe jiyana azad dixwazin’

Parlamentera DEM Partiyê ya Erziromê Meral Daniş Beştaş jî axivî û wiha got: “Îro malbatên ku ewladên xwe winda kirine hene. Ji bo vê yekê jî divê em xwedî li hemû nirxên xwe derkevin. Dewlet êrişî gelê me, şaredariyên me û govenda me dike. Nahêlin zarok û ciwanên me bi Kurdî biaxivin. Yên ku bi Kurdî diaxivin û li stranên Kurdî guhdarî dikin, tên girtin û êrişî wan dikin. Divê em van li ber çavan bigrin û zêdetir xwedî li ziman û çanda xwe derkevin. Em li ser axa xwe jiyana azad dixwazin.”

‘Tecrîd li ser hemû gelên Rojhilata Navîn tê meşandin’

Meral Daniş Beştaş destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavî hemû gelên Rojhilata Navîn bûye û got: “Çareserî bi rakirina tecrîda li Îmraliyê dikare were pêşxistin. 41 meh in tecrîdek girankirî li ser birêz Abdullah Ocalan heye. Divê tavilê tecrîd bê rakirin û pêvajoya çareseriyê bê destpêkirin. Bi vî awayî gelên li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dikarin jiyana xwe bidomînin.”

Piştî axaftinan raporên xebat û maliyetê hatin xwendin. Di kongreyê de Nezahat Toprak û Ûgûr Ar ji bo hevserokatiya MEBYA-DER’ê hatin hilbijartin