Meleyek li Meşhedê got ku li dengê jinan guhdarî nekin!
Li Îranê bi hatina meha Adarê re vegotinên zayendparêz ên li hemberî hunermendên jin zêdetir bû. Mele-nûnerekê Hamaneyê yê li Meşhedê di weazê xwe de anî ziman ku guhdarkirina li dengê jinan hemwateya ‘tecawizê’ ye.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê kesên sereke yên dijberiya jinan dikin kesên oldar in. Meleyên Îranê yên ji polîtîkayê heyanî jiyana civakî û hunerê li hemberî daxwaz û hebûnên jinan nav qadên jiyanê de helwest nîşan didin, niha jî di weazê xwe de tînin ziman ku divê li dengê hunermendên jin neyê guhdarkirin.
Nûnerê Hamaney ê li Meşhedê Ahmed Alem El Huda bi gotina ‘tiştên ku zewq dide bingeha bêexlaqiyê ye’ weaz da ku muzîk amûreke hedonîst e û divê li dengê jinan jî neyê guhdarkirin. Meleyê ku got ‘ji derveyî têkiliya zayendî mêzekirina rûyê jinekê, guhdarkirina dengê wê tecawiz e’ tenê yek ji wan kesan e ku jinan hedef digre.
Teşkîlata Propagandaya Îslamî ya Îranê di meha Remezanê de ji bo li parkan, dibistan û navendên rehabîlîtasyonê weazê bidin 7 hezar ‘nûnerên xwe yên olî’ erkdar kir.