Meleyê ku êrişa zayendî li zarokan dikir hate girtin

Li navçeya Karaz ya Amedê Osman E. yê ku li ‘medresê’ meletî dikir heta tesbîtkirin ku êrîşa zayendî li beramberî 25 zarokan pêkaniye. Fail piştî giliyê malbatê hate girtin û şandin girtîgehê.

MEDÎNE MAMEDOGLÛ

Amed- Li gundek girêdayî navçeya Karaz ya Amedê dibin navê ‘medresê’ de qursa Qur’an ku hatî vekirin, mêrê bi navê Osman E. lê meletî dikir, hate zanîn ku ev mele bi awayek sîstematîk êrişa zayendî li beramberî 25 zarokan pêkaniye. 

Bûyer piştî ku zarokekê tiştên jiyaye ji malbata xwe re got derket holê. Malbatê giliyê Osman E. kir. Li ser gilî tîmên jenderme hatin gund, fail binçav kir, zarok jî li gel pedagog îfade dan. Piştî îfadeyê zarok birin nexweşxaneyê, fail jî bi sûcê ‘Destdirêjiya zayendî li zarok’ hat girtin û şandin girtîgehê.

‘Heta dawî em ê şopdar bin’

Li gor agahiyên ji çavkaniyên xwecihî, hate zanîn ku tiştên dihat jiyîn ev bi salane bi awayek sîstematîk didome, sala borî ji bo bûyer dernekeve holê gef li zarokan xwariye. Der barê mijarê de me bi hemwelatiyek yê günde re hevdîtin kir û got: “Zarok ji bo neaxivîn gef lê xwarine. Herî dawî zarokek hat bûyer ji malbata xwe re got. Em heta dawî gilî dikin. Divê ew mêr cezayê herî giran bigre. Ger were berdan wê li gund tevlîhevî çêbibe. Ev bûyer ev bi salane didome. Lê belê zarok ji tirsan ne diaxivîn. Niha em gundî giliyê wî kesî dikin û emê heta dawî şopdarên bûyerê bin. Em tu caran rê nadin ser bûyerê were girtin.” 

 Komisyona Mafê zarokan ya Baroya Amedê ragihandin ku wê şopdarê mijara birine darazê bin.