Medya Bal: Çapemeniya azad bê tirs riya xwe didomîne

Bi wesîleya 22’ê Nîsanê ya Roja Rojnamegeriya Kurd, ji edîtorên rojnameya Xwebûnê êriş û zextên ku li ser rojnamegeriya Kurd tê pêkanîn nirxand û got: “Tevî zextan jî çapemeniya azad tu carî nesekinî û niha jî her ku diçe mezin dibe”.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed – Ji yekemîn rojnameya Kurd, ‘Kurdistan’ a di 22’ê Nîsana 1989’an de hat çapkirin û tê de rastiya ku gelê Kurdistanî pê re rû bi rû dimîne vegot şûnde heya roja me ya îro çanda rojnamegeriya Kurd ji pêşketinên mezin re şahidî kir. Rojnamegeriya Kurd a bi rojnameyekê bi navê Kurdistanê destpê kir, îro bi dehan rojname, kovar, radyo û televîzyonan rastiya ku gelê Kurdistanê pê re rû bi rû dimîne vedibêje û li pêy şopa heqîqetê meşa xwe berdewam dike. Lewra çawa ku Kurdistan di bin dagirkeriyê de ye, rojnamegeriya Kurd a li ser bingehê danasîna hebûn û rastiya Kurdistanê ava bûye jî ji roja destpêkê heya roja me ya îro jî rastî êriş û zextên dagirkeriyê tê. Derbarê êriş û zextên ku Rojnamegeriya Kurd pê re rû bi rû dimîne ji edîtorên rojnameya Xwebûnê Medya Bal ji ajansa me re axivî.

Medya Bal destnîşan kir ku piştî 22'ê Nîsana 1898'an gelek rojname, ajans û kanalên nûçeyan derketine, diyar kir ku her çend navên wan bi demê re guherîbin jî rojnamegeriya Kurdî bêyî bisekine riya xwe didomîne. Medya Bal da zanîn ku yekem rojnameya Kurdistanê ku li derveyî xaka xwe li Qahîreyê derketiye, zextên li ser Kurdan bi awayekî zelal radixe ber çavan û got ku ji sala 1898’an û vir ve, rojnamegeriya Kurdî tevî zextên li ser xwe ji bênavber bi pêş ve diçe.

“Tevî zextan jî pêşketina rojnamegeriya Kurd nesekinî”

Medya Bal diyar kir ku ji roja destpêkê ve heta niha zext li her qadê bi awayên cuda xwe nîşan didin û wiha got; “Em di roja me ya îro de van zext û astengiyan pir zelal dibînin. Rojnamegerên Kurd di dema binçavkirin, girtin û qedexeyan de rastî êrîşan tên. Çapemeniya azad li hemberî van zextan, ji riya xwe gav paşve neavêt û her dem berdewam kir. Tevî zextan jî ev pêşketin tu carî nesekinî û niha jî her ku diçe mezin dibe. Ji ber vê yekê çapemeniya azad di roja me de bi heman biryardariyê riya xwe didomîne. Ez jî wekî rojnamevanek Kurd a di çapemeniya azad de dixebite, gelek kêfxweş û serbilind im ku di vê riyê de ked didim.”

“Çapemeniya azad bêtirs riya xwe didomîne”

Medya Bal anî ziman ku Kurd li ser xaka ku bûye çar parçe bi riya çapemeniya azad li ser zemîneke hevpar li hev dicivin û diyar kir ku yekitiya ku di navbera gelan de pêk nayê, bi çand, ziman û folklorê tê jiyîn. Medya Bal di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di çapemeniyê de bêyî ferq bike televîzyon, rojname yan jî ajans li çar aliyê Kurdistanê yekitiyê pêk tîne. Mînak rojnameya Azadiya Welat, rojnameyeke ku bi salan weşana Kurdî dikir û baweriya gel bi dest xistî bû. Piştî ku dewletê bandora rojnameyê li ser gel dît, xwest rojnameyê qedexe bike. Niha tevî hemû qedexeyan jî çapemeniya azad bê tirs riya xwe didomîne. Duh Azadiya Welat bû, îro jî Xwebûn li şûna wê xebatê dimeşîne û nûçeyên rojane radigihîne gelê Kurd.”

“Pergal çapemeniya azad a ku rastiyê derdixe holê hedef digre”

Medya Bal da zanîn ku pergal bi armanca hem rastiyan veşêre hem jî têkiliya gel a bi hev re qut bike êrîşî rojnameger û saziyên çapemeniya Kurd dike û wiha got: “Îro çapemeniya azad li her qadê çand, ziman û rastiya gelê Kurd radigihîne. Ji bo vê jî her dem di hedefa pergalê de ye. Dixwazin bi zextan van rastiyan tune bikin. Ger îro çapemeniya azad nebûya, me yê nikaribûya nûçeyên tiştên ku li çar aliyan diqewimin çêbikin. Em ê di nava xwe de jî nikarîbûna bikevin têkiliyê. Îro bi saya çapemeniya azad hem mirovên li vir hem jî yên li her derê ji hev agahdar dibin.”