Meclîsa Navçeya Şêranê êrîşên li ser Til Temir şermezar kirin

Meclîsa Navçeya Şêranê di çarçoveya êrîşên dewleta tirk li ser Til Temir û gundewarên wê daxuyanî dan.

Kobanê-Dewleta tirk di her demekê de êrîşî bajar an herêmeke Bakur Rojhilatê Sûriyê dike. piştî ku êrîşî li ser gelê Şengalê û şunde pêkanî, di heman demê de navenda Zirgan û Til Temir jî toparan kir û di encamê de birîndar û şehîd çêbûn. Dewleta tirk bi vê yekê nesekinî car din Til Temir toparan kir û di encamê de dayikek û zaroka xwe jiyana xwe ji dest da. Gund, navçe û bajarên Cizîr û Girê Spî bê navber ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê ve têne toparan kirin. Di vê çarçoveyê de Meclîsa Navçeya Şêranê a bajarê kobanê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û êrîş şermazar kirin. Bi dehan Endamên Meclîsa Navçeya Şêranê, Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan, Hêza Parastina jin beşdarî daxuyaniyê bûn. Daxuyanî li pêşiya Meclîsa Navçeya Şêranê hat dayin. Wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan, wêneyên şehîdan, alên Kongreya Star, Meclîsa Malbatên Şehîdan û hêza parastina jin hatibûn hildan. Daxuyanî ji aliyê Hevseroka Meclîsa Navçeya Şêranê Bêrîvan Ismayil ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Êrîşên dewleta  tirk ya hovane û faşîzane li ser Şengal û Rojavayê Kurdistanê, em şermezar dikin. Dewleta tirk bê ku tu hesabî bide yek ser nexweşxaneya Şengalê toparan kirin, beriya wê bi rojekê jî pilan li ser gelê Şengalê dabû çêkirin, di wê pilanê de car din gelê di topbranê re derbas kirin, di heman demê de li herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava jî navenda bajar ya Zirgan topbaran kir. Dewleta tirk yekser mal û milên şêniyan herêmê dike armanca êrîşan. Ev êrîş tê wateya qirkirina gelê Kurd bi taybet jî gelê  Şengal, ev hemû êrîş bi zanebûn û li hevkirineke heye ku di serî de vîna gelê Şengal û kesên ku li hemberî dewleta tirk şer dikin bidin şikandin. Em jî hemû dewletên navnetewî, komleya mafên mirovan û her kesên ku desteke dide wan şermezar dikin û bêdengiya wan tê wateya hevkariyê. Bila bê bîra PDK'e û hikumeta Iraqê ku di 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê derbasî Şengalê bûn, lê hêza me keç û xortên me ew hêza teror di wir de şikênandin û cîhan tevda ji êrîşên teroran parastin. Îroj car din bihna ixînatê têye, bi vê yekê dixwazin pirojeya xwe ya 2014'an li Şengalê temam bikin. Ew çi bikin nikarin rihê berxwedan û azadiyê di nava gelê Kurd e têk bibin."
Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana Şengal û Rojava" , "Bijî berxwedana rihê azadiya gelan", bi dawî bû.