Meclisa Malbatê Şehîdan: Li dijî projeya Netewa Demokratîk hemû dewlet bûne yek

Meclisa Malbatê Şehîdan a kantona Hesekê êrîşên balafirên keşfê ya dewleta Tirk a dagirker ya li ser taxa Sîna ya bajarê Qamişlo bi daxuyaniykê şermezar kir û daxwaza girtina qada hewayî kirin.

Hesekê – Piştî civîna Soçiyê ya 5’ê Tebaxê di navbera serokê Rûsya Viladimir Pûtîn û serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayîp Erdogan de pêk hat, êrîşên li ser herêmên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zêdetir bûn. Duh êvarê artêşa Tirk a dagirker bi balafirekî bêmirovî êrîşî taxa Sîna ya bajarê Qamişlokir. Di encamê de 2 jê zarok 4 kes jiyana xwe jidest dan. Têkildarî vê bûyerê Maclisa Malbatê Şehîdan a kantona Hesekê li ber navenda meclisa bajar daxuyanî da.

Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Meclisa Malbatê Şehîdan Rojda Ehmed ve hate xwendin wiha bû: “Em wekî Meclisa Malbatê Şehîdan a kantona Hesekê êrîşên dewleta Tirk ên bi balafiran li ser herêmên me tên kirin, şermezar dikin. Ev êrîş piştî civîna Soçiyê pêk hat, ev tê wateya ku di civînê de hatiye erêkirin ku êrîş li ser projeya Netewa Demokratîk û hemû pêkhateyên herêmê were kirin. Bûyera duh ku li Qamişlo pêk hat li dijî exlaqê mirovahiyê ye, 2 zarok jiyana xwe ji des dan. Îro li dijî projeya Netewa Demokratîk hemû dewlet bûne yek da ku rê li ber pêşketina vê pirojeyê bigirin lewma bi hemû rêbazan êrîşî herêmên me dikin. Hikumeta AKP û MHP dijminê gelan e. Bi salan e li hemberî me şer dikin, lê bi ser neketin û wê bi ser nekevin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.